Ji bo ‘Neuralink’a Elon Musk 15 maymûn mirine!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 20 Sibat 2022 - 22:48

  • Sala borî di derbarê vê teknolojiyê de pêşketinek hatibû bidestxistin û meymûneke ku çîp di sere wê de hatiye bicihkirin bi lîstikan dilîst. 

Elon Musk salên borî teknolojiya xwe ya bi navê “Neuralink” dabû nasandin. Bi teknolojiye, wê çîpek di mejiyê mirovan de bihata bicihkirin û bi vî awayî mejiyê mirov wê bi kompîteran ve bihata girêdan. 

Sala borî di derbarê vê teknolojiyê de pêşketinek hatibû bidestxistin û meymûneke ku çîp di sere wê de hatiye bicihkirin bi lîstikan dilîst. Rojên borî di vê teknolojiyê de bûyereke xerab qewimî. 

Mafparêzên ajalan ev demek bû bal dikişandin ser ceribandinên teknolojiya Elon Musk û digotin ku li ser 23 meymûnan ceribandinên xeternak têne kirin. 

Li belgeyên ku ji ceribandinên vê teknolojiyê hatine bidestxistin ji 23 meymûnan 15’an jiyana xwe ji dest daye. 
Yek ji mafparêzên ajalan Jeremy Beckham di derbarê mijarê de agahiyên dilşewat parve dike. Beckham dibêje ku her meymûneke ku împlant bi mejiyê wê ve hatiye girêdan bi êşeke pir zêde dimire. 

Beckham derbarê teknolojiya Neuralinkê de dibêje ku bi zanebûn ajalan seqet dikin. Pê re pê re ajal enfeksiyonê digirin û xwîn diçe ser mejiyê wan. Di dawiyê de jî ajal di nav êşeke pir zêde de jiyana xwe ji dest didin. 

Her çiqas rexneyên tund li Elon Musk û teknolojiya wî hatibin jirin jî heta niha ji aliye Elon Musk ve di derbarê mijarê de tu daxuyanî nehatine dayîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.