Ji bo Nêrgiz Mihemedî bang kirin

Nûçeyên Jin

În 14 Adar 2025 - 18:00

  • 85 Xelatgirên Nobelê ji bo Nêrgiz Mihemedî ku li Îranê bi destûra demkî hatibû berdan û girtiyên siyasî bêşert bên berdan, bang kirin. 

85 kesayet û parêzvanên mafên mirovan ên Xelata Nobelê wergirtine, ji bo berdana Nêrgiz Mihemedî û girtiyên siyasî belavokeke hevpar weşandin.Di belavokê de wiha hate gotin: “Em weke kesayetên hêjayî Xelata Nobelê hatine dîtin ên ji çar aliyên cîhanê, dixwazin xwişka me Nêrgiz Mihemedî ya ku sala 2023'yan hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hate dîtin bêşert û merc bê berdan. Nêrgiz ji ber 'têkoşîna li dijî zexta li Îranê ya li hemberî jinan û hewldanên teşwîqkirina azadiyê ya mafên mirovan' hêjayî vê xelatê hate dîtin û bû kesayeta pêncemîn ku li girtîgehê hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hate dîtin.

Nêrgiz Mihemedî di Kanûna 2024'an de ji Girtîgeha Evînê ya Tehranê ku bi kiryarên xwe yên nebaş naskirî ye, bi destûra tibî ya demkî hate berdan. Lê belê azadiya wê hîn nediyar e ku di her kêliyê de dikare bê betalkirin. Em dixwazin ev destûra demkî veguhere azadiya mayinde. Berxwedana wê ji tevgereke navneteweyî re dibe çavkaniya sûdwergirtinê ku li azadî û edaletê digere."

Di belavokê de hem ji bo Nêrgiz Mihemedî hem jî ji bo her kesên bi wêrekî li ber zextê radigin daxwaza edaletê hate kirin. Di dawiya belavokê de wiha hate gotin: “Em weke kesayetên ku Xelata Nobelê wergirtine, dixwazin ku Nêrgiz Mihemedî tavilê bê berdan.”  NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.