Ji bo nameyên Kurdî heqê wergerê xwest
Pêncşem 24 Nîsan 2025 - 02:50
Rêveberiya Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê ji girtî Îhsan Balkaş ji bo wergera nameya bi Kurdî nivîsandî pereyê wergerê xwest.
Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê ku bi binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî girtiyan di rojevê de ye, eşkere bû ku mafê agahîwergirtinê yê girtiyê siyasî Îhsan Balkaş bi kêfî asteng dike. Nameyên Îhsan Balkaş bi Kurdî nivîsandî bi îdîaya 'nayê fêhmkirin' ji aliyê rêveberiyê ve nehat şandin. Her wiha rêveberiyê ji bo wergera nameyan pereyê wergerê jê xwest.
Ji parêzerên OHD'ê Berîvan Barin ê bi Îhsan Balkaş re hevdîtin kir, anî ziman ku ya hatiye kirin binpêkirina pîvana wekhevî û mafê agahîwergirtinê ye û ev rewş veguheriye mekanîzmayeke sansurê.
Bêrîvan Barin destnîşan kir ku ev kiryar binpêkirina mafê mirovan e û got, "Ev rewş mafê agahîwergirtinê yê mehkûman ê bi Kurdî di pratîkê de zehmet dike; mehkûmên ku rewşa wan a aboriyê nîne mafê wan ê agahîwergirtinê ji wan tê wergirtin."
Îhsan Balkaş ê ku nameyên wî nehate şandin, li Dadgeriya Înfazê ya 2'yemîn a Bolûyê ji ber binpêkirina mafê wî îtiraz kir. Lê belê Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Bolûyê ku îtiraz nirxand, hemû serlêdanên têkildarî binpêkirina mafên mirovan red kir.
Piştî vê biryarê parêzeran serlêdana şexsî li Dadgeha Destûra Bingehîn kirin.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN