Di meha Adarê de 6 Kurd hatine darvekirin!

Çarşem 23 Nîsan 2025 - 03:10

Li gor amarên Tora Mafên Mirov a Kurdistanê di meha Adara îsal de 6 welatiyên Kurd di girtîgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin. Her wiha 34 welatî û çalakvanên Kurd jî hatine binçavkirin.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê di derbarê darvekirin û binçavkirina welatiyên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de amarên nû parve kir.

Li gor amarên hatine belavkirin, di meha Adara îsal de 6 welatiyên Kurd li girtîgehên Bokan, Kirmaşan, Kirman, Bender Ebas û Kerecê hatine darvekirin. Her wiha ji aliyê Dîwana Bilind a Îranê ve bi tomera çalakiyên siyasî cezayê darvekirinê li 2 welatiyên Kurd hat birîn.

Her wiha hatiye diyarkirin ku di meha Adara îsal de 34 welatî û çalakvanên Kurd li bajarên Sine, Urmiye, Îlam û Kirmaşan yên Rojhilatê Kurdistanê bi sedemên siyasî ji aliyê Wezareta Îtlaetê ve hatine binçavkirin. Di nava binçavkiryan de 2 zarokên temenê wan di jêr 18 saliyê de hene. 2 ji wan hatine girtin û çarenûsa binçavkiryên din nediyare.

Her wiha hatiye gotin ku di meha Adarê de 7 welatiyên Kurd bi tometa ‘propaganda dijî dewletê û têkdana ewlehiya giştî’ ji aliyê Liqa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sine ve hatine dadgehkirin.

Hêjayî gotinê ye li gor amaran, di meha Sibatê ya îsal de jî 7 welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin. Her wiha 22 welatî û çalakvanên Kurd jî hatibûn binçavkirin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.