Tenduristiya girtiyê nexweş giran dibe
În 11 Nîsan 2025 - 03:10
Soydan Akay ku zêdeyî 30 sal in girtî ye, ji ber îşkenceyê metirsî li ser jiyana wî heye. Soydan Akay çar caran ji ber enfeksiyona kardiyolojîk, sê caran ji ber krîza dil û nexweşiya tansiyonê rakirin nexweşxaneyê.
Girtiyê nexweş Soydan Akay ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 9'emîn a Marmarayê li hucreya yek kesî di tecrîdê de tê ragirtin, rewşa wî ya tenduristiyê nebaş dibe. Soydan Akay ku berdana wî tê astengkirin, tenê meha Adarê heft caran rakirin nexweşxaneyê. Soydan Akay çar caran ji ber enfeksiyona kardiyolojîk, sê caran ji ber krîza dil û nexweşiya tansiyonê rakirin nexweşxaneyê.
Soydan Akay ê ji navçeya Gimgim a Mûşê, ji salên lîseyê û pê ve tevlî nava Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Di sala 1993'an de li Îzmîrê di operasyonekê de hate binçavkirin û li emniyetê 'îşkenceyeke giran lê hate kirin. Bi îdîaya 'Hewldana cihêkirina beşek ji xaka welêt a di bin serweriya dewletê de ye ji rêveberiya dewletê cihê bike' hate darizandin û destpêkê cezayê darvekirinê lê hate birîn. Piştre jî bi guhertina qanûnî re ceza veguherandin cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê.
Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît têkildarî rewşa Soydan Akay pêşnûme pirsek pêşkêşî Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç kir û fikarên ji ber nexweşî û pêvajoya tedawiyê ya têkildarî Soydan Akay anî ziman.
ANF/STENBOL