Ji bo girtiyê nexweş serî li wezaretê hat dayin

Sêşem 22 Nîsan 2025 - 03:15

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam krîza dil derbas kiribû. Parêzera Mehmet Emîn Çam, Nezahat Celen da zanîn serî li wezareta dadê hatiye dayin û xetere li ser jiyana Mehmet Emîn Çan heye.   

Mehmet Emîn Çam (73) li Girtîgeha Tîpa T a Qûbînê ya Êlihê tê ragirtin. Mehmet Emîn Çam ku yek ji girtiyên nexweş e, di 16’ê Nîsanê de krîza dil derbas kir. Mehmet Emîn Çam, niha li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê tê tedawînkirin û rewşa wî giran e. Mehmet Emîn Çam, li qawîşa girtiyan tê ragirtin û destûr nayê dayin kesek li cem wî bimîne. Ji ber ku di gurçikên wî de pirsgirêkeke giran xuya dike, li nexweşxaneyê tê dermankirin. Bijîşkan, stent xistine demarekî dilê Mehmet Emîn Çam û ji ber temenê wî mezin e, nikarin mudaxileyî du demarên dilê wî bikin ku her du jî xitimî ne.  

Parêzera Mehmet Emîn Çam, Nezahat Celen anî ziman ku xetere li ser jiyana miwekîlê wê heye û got: “Miwekîlê min beriya krîza dil birin nexweşxaneyê û şevekê li wir ma. Piştre di 11’ê Nîsanê de dîsa birin girtîgehê. Di 11’ê Nîsanê de me pê re hevdîtin kir û di mijara balaxwedayinê de pirsgirêk dijiya. Got ku serê wî pir diêşe û ev yek ji ber mezinbûna tumorê ye. Aliyê wî yê çepê felç e û her ku diçe bêhtir di meşe de zehmetiyê dikişine. Her ku diçe çavên wî jî nabînin. Ji ber tumora di mejiyê wî de, roj bi roj hafizeya xwe winda dike. Cara duyemîn kriz derbas kir. Dibe ku di krîza sêyemîn de jiyana xwe ji dest bide.” 

Nezahat Celen, da zanîn ku piştî rapora nexweşxaneyê dê bi daxwaza sekinandina înfaza miwekîlê xwe serî li dadgeriya înfazê bide û got: “Em ê piştre jî raporê ji ATK’ê re bişînin. Di 18’ê Nîsanê de me serî li Wezareta Dadê da. Me jê re got ku rewşa Çam giran e. Xuyaye ku nikare li girtîgehê tedawî bibe. Divê înfaza wî tavilê bê sekinandin û li cihekî bitendurist were tedawîkirin.”   

Nezahat Celen, axaftina xwe wiha qedand: “Miwekîlê min dema sewqî ATK’ê hatî kirin, rastî miameleyeke nebaş hat. Li ATK’a Stenbolê tenê danekî xwarinê dan wî. Li gel ku zivistanê çûbû, tenê betaniyek dabûnê. Tevî daxwaz kir jî betanî nedan wî. Di vê rewşê de mirov li bendê nîne raporeke bitendurist were amadekirin. Bendewariya me ew e ku ATK biryareke bitendurist bide.”  

MA / FETHÎ BALAMAN/ÊLIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.