Rêber Apo rêya rizgariyê da ber civakê

Şemî 12 Nîsan 2025 - 03:45

  • Mûrat Aslan ê ku ji sala 2012’yan ve ye girtî ye, ji ANF’ê re nameyek şand û têkildarî banga Rêber Apo ya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ nêrînên xwe anîne ziman. Aslan diyar kir ku girtiyên siyasî yên Kurd piştgiriyeke mezin didin banga Rêber Apo.

Mûrat Aslan ê ku ji sala 2012’yan ve ye girtî ye, ji ANF’ê re nameyek şand û têkildarî banga Rêber Apo ya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ nêrînên xwe anîne ziman. Mûrat Aslan di nameya xwe de destnîşan kiriye ku divê banga Rêber Apo rast were fêmkirin û got:’’Banga ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Rêbertiya me ve hatî kirin, ji bo gelê me, bindestan, kesên tên înkarkirin, jinan, Elewiyan û gelê Kurd tê wateya destpêka serdemeke nû. Rastfêmkirin û xwedîlêderketina vê yekê ji bo temînat û avakirina pêşerojê gelekî girîng e. Çawa ku em bi deh hezaran girtiyên siyasî yên di girtîgehan de bedêlên mezin didin û li hemberî zulmê di refên herî pêş de têdikoşin, bila her kes bizanibe ku tam jî ji ber vê yekê em ê îro jî ji bo aşitiyeke demokratîk û birûmet di refên herî pêş de cihê xwe bigirin. Tu eleqeya vê yekê bi rehîngirtina me tune ye. Tevî ku tu bendewariyên me yên şexsî nînin jî me ciwantiya xwe feda kir û em ne poşnan in jî. Ji îro pê ve jî tu bedêlên hewce hebin jî em ê bidin. Gelên me bi sed salan e xeyala aşitiyê dikin, êşên mezin kişandine û bedêlên mezin dane. Li hemberî van rastiyan mafê tu kesî tune ye bibêje ku ‘’wê çi bi min were.’’ Divê em bi hev re hevdu bifikirin û pêşerojê ava bikin. Ev ne helwesta min a şexsî ye. Helwesta hevpar a girtiyên siyasî yên Kurd e. Em bi dil can li banga Rêber Apo xwedî derdikevin û jê bawer dikin. Ev têkildarî baweriya me ye.’’

Êşên mezin vediguherin aştiyê

Mûrat Aslan destnîşan kir ku divê  pirtûka Rêber Apo ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê ji nû ve were xwendin û got:’’Helbet dibe ku hin xal ji aliyê gelê me ve neyên fêmkirin. Ev ê bi pêvajoyê re werin fêmkirin. Lê belê ez vê yekê pêşniyarî her kesî dikim; Sosyolojiya Azadiya 16 salan beriya niha hate nivîsandin û ez pêşniyar dikim ku sernavên Sozyolojiya Azadiyê yên têkildarî pirsgirêka civakê ya aşitî û demokrasiyê û siyaseta demokratîk dubare werin xwendin û lêkolînkirin. Tiştên ku wê rojê li wir hatine gotin,  heqîqeta dîrokî û ev name heman tiştî vedibêjin. Ev ne rewşeke wisa ye ku nû derketiye holê. Rêbertiya me bi salan e li ser vê yekê dixebite û dixwaze pêş bixe. Kesên haya wan jê heye dizanin jixwe. Ez hêvî dikim ku gelême jî bi dil û can jê bawer bikin. Gelê me êşên mezin kişand û bedêlên mezin da. Divê êdî ev veguherin aşitiyeke birûmet.’’

PKK gerdûnî bû sînor derbas kirin

Aslan anî ziman ku PKK ji bo gelê Kurd nirxeke mezin e û veguheriye ruhekî û got:’’Ez dixwazim vê yekê jîbînin ziman, helbet PKK bi bedêlên dayî û kedên xwe ji aliyê gelê Kurd ve xwedî wateyeke mezin e, veguheriye nirx û ruhekî. Helbet fesxkirina PKK’ê di nava gel de bûye sedema xemgîniyê. Ev yekê tê fêmkirin û gelekî hêja ye jî. Lê belê divê em vê yekê bizanibin ku ev ruhek e û carna ev ruh bi gerdûnîbûnê re ji sînorên sazîbûnê derbas dikin. Û ev ruh, îro di modernîteya demokratîk de xwe nîşan dide, zindî bûye û veguheriye çandekê. Divê em ji vê yekê bawer bikin. Ya girîng ew e ku ew ruh û sazîbûn derkeve holê û veguhere pêvajoyeke avabûnê. Her kesî ji bo vê yekê bedêl da. Kesên ku canê xwe feda kirin, ji bo vê aşitiya birûmet canê xwe feda kirin. Ez di wê baweriyê de me ku wê hemû gelême bi vê hesasiyet û hişmendiyê li vê pêvajoyê xwedî derkeve.’’

Berdêl ji bo aştiyeke bi rûmet e

Aslan îfade kir ku hemû hewlda û berdêl ji bo aşitiyeke birûmet in û wiha got:’’Ev helwesta me ya zelal û eşkere ye.  Hemû hewldan, ked û berdêl ji bo aşitiyeke birûmet bûn. Helbet ji her kesî zêdetir em ji şerî, mirinê û her cure zulmê nas dikin û dizanin. Gelê Kurd vê yekê baş dizane lê belê êdî divê îro xwişk-biratî were avakirin. Îro terka hin tiştan nayê kirin; dev ji doz, hêvî û xeyalekê nayê berdan; berovajî wê dest bi serdema têkoşînê ya stratejîk dikin. Divê ev yek rast were fêmkirin. Serdemeke wisa ye ku wê her kes qezenc bike, wê civak zêdetir demokratîk bibe û pergal û dewlet li hemberî demokrasiyê zêdetir hesas bibin. Divê ev yek bi vî rengî were fêmkirin. Em ji heqîqeta xwe bawer dikin, heqîqeta me di nava civaka dîrokî de civaka exlaqî-polîtîk e. Herî baş gelê me rastiya civaka exlaqî dizane. Ev yek ji aliyê gel ve hatiye avakirin. Em dubare dixwazin bibêjin ku em amade ne ku ya ji destê me tê bikin û di refên herî pêş de weke avakar rola xwe bilîzin û hemû gelê me bi rêz û hurmet silav dikim.’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.