Tevî biryara DMME’yê jî bernadin

Sêşem 22 Nîsan 2025 - 03:40

Girtiyê nexweş Civan Boltan li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin. Boltan, di 24’ê Nîsana 2012’an de li çoltarê navçeya Dara Hênê ya Çewligê di şer de bi giranî birîndar bû. Ji ewil gotin “mirî ye” lê piştre hate ferqkirin ku hêjî dijî. Destekî wî hate amputekirin, çavê wî yê çepê kor bû û çavê wî yê rastê jî ji sedî 80 nabîne. Boltan ku di mejiyê wî de jî parçeya şarapnelê heye, di 3’yê Sibata 2014’an de li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate darizandin û bi îdiaya “Zirar daye pergala destûra bingehîn a welat û hewldana sûîqestê ya li dijî peywirdarên cemaweriyê” cezayê muebbeta girankirî lê hate birrîn. Dadgeha Bilind jî cezayê Boltan di 23’yê Cotmeha 2014’an de erê kir. Piştî serlêdanên hiqûqa navxweyî bi dawî bûn, parêzerên Boltan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. DMME’yê di 12’ê Sibata 2019’an de Tirkiye mehkûm kir. Di biryarê de hate gotin ku xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatiye binpêkirin ku ev xal îşkence û miameleya xerab qedexe dike. Biryara behsa xeberê, di heman demê de ji bo kesên cezayê muebbeta girankirî lê hatiye birrîn jî bû biryareke mînak. 

Biryarên DMME’yê jinedîtî tên

Piştî biryara “binpêkirinê”, Boltan jinûve hate darizandin û heman ceza lê hate birîn û 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind jî ev biryar erê kir. Dadgehê, got ku ji bo cîbicîkirina biryara DMME’yê divê di TCK’ê de guhertin were kirin û bi vê hincetê ceza erê kir. Li gorî hiqûqnasan, peymanên navneteweyî ji qanûnên navxweyî diyarkertir in lewma Tirkiye mecbûr e li gorî van biryaran tevbigere. Lê tevî vê jî biryara “binpêkirinê” ya DMME’yê nayê cîbicîkirin û di vê mijarê de tu sererastkirin nayên kirin. Malbat û parêzerên Boltan, di vê mijarê de gelek serlêdan kirin lê tu encam bi dest nexistin. 

Divê li gorî pêvajoyê tevbigerin 

Dayika Boltan, Nazîme Boltan diyar kir ku piştî kurê wê hatî girtin tedawiya wî baş nehatiye kirin û rastî miameleyeke xerab hatiye û got:“Ji ber tedawiya xelet hatiye kirin, çavên wî bi temamî kor bûn. Çavê wî nabîne, di mejiyê wî de jî parçeya şarapnalê heye. Destekî wî tune ye û yê din jî bi pirsgirêk e. Jixwe di çendek cihên din ên laşê wî de parçeyên şarapnalê hene. Niha di lîsteya girtiyên rewşa wan giran de cih digire. Nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne. Tevî vî halê wî jî tolê ji kurê min digirin û êşkenceyê lê dikin. Par dema hewl dida ji berkazê xwarinê bigire, berkaz xistin erdê. Neynûkên kurê min derketin û piştî vê bûyerê jî nebirin revîrê.” Nazîme Boltan, da zanîn ku ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikare biçe serdana kurê xwe û got:“Herî dawî bavê wî mehek berê çûbû serdanê. Ez nexweşim lewma nikarim biçim û bêm. Em dibînin ku pêvajoyek tê meşandin. Ji bo vê divê tavilê ewil Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştre divê girtiyên nexweş bên berdan. Madem pêvajoyek dest pê kir, wê demê heqîqetê çi bixwaze divê wê bikin.” 

MA/ŞÎLAN ŞÎRVAN ÇÎL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.