Bi felsefeya APO’yî xwe jinûve afirand

Çarşem 23 Nîsan 2025 - 03:00

HPG’ê bi daxuyaniyekê gerîla Delîl Makuyan ku di sala 2021’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye bibîranî. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:"Hevrêyê me Delîl Makuyan 7'ê Kanûna 2021'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Hevrêyê me ku bi felsefeya Apoyî û tevlîbûna xwe ya bi moral bû gerîlayekî mînak, li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê xwe ji nû ve afirand û ji bo paşeroja azad a gelê me, xwe feda kir. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û hevrêtiya xwe ya ji dil cihê xwe di dilê hevrêyên xwe hemûyan de girt. Em sozê didin ku ala têkoşînê ya ku hevrêyê me Delîl ji me hevrêyên xwe re hişt, teqez bi serketinê tacîdar bikin. Di serî de malbata hêja ya milîtanê Apoyî hevrêyê me Delîl, em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û careke din dilsoziya xwe ya bi bîranînên pîroz ên şehîdan re dubare dikin.

Hevrêyê me Delîl li bajarê qedîm ê Rojhilatê Kurdistanê li Sine jidayîk bû. Di sala 2019'an de di ser Rojhilatê Kurdistanê re beşdarî nava refên têkoşînê bû. Hevrêyê me zanîbû ku modernîteya kapîtalîst mirovan dike meta, li jiyaneke koletiyê mehkûm dike û di her firsendê de Rêbertî xwend, ji bo di felsefeya wî ya jiyanê de kûr bibe hewl da. Her ku fedaiyên Apoyî dît û nas kir ku li refên têkoşînê tevlî karwanê nemiran bûn û ji gelên bindest re bûn çavkaniya sûdwergirtinê, ji bo hêjayî hevrêyên xwe yên şehîd bibe, gelekî ked da. Ji bo mîrateya têkoşînê ya şehîdan mezin bike û derbên mezin li dijmin bixe, pêşniyar kir ku derbasî qadên ji şerê giran bibe. Hevrêyê me ku taybetmendiyên milîtaniya Apoyî di kesayetiya xwe de bi cih kir û ji hemû wezîfeyên zehmet re amade bû, îdîa û daxwaza xwe ya têkoşînê her roj hîn mezin kir. Hevrêyê me ku li gorî ruhê demê tevdigeriya û ji bo armancên hevrêyên xwe yên şehîd pêk bîne her kar kir, mîrateyeke têkoşînê li pey xwe hişt ku neyê jibîrkirin."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Delîl Makuyan bi vî rengî ne:

Delîl Makuyan (Purya Qasimî), li Sine jidayîk bûye, 7’ê Kanûna 2021’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.