Komên çekdar zirarê didin Iraqê
Çarşem 23 Nîsan 2025 - 03:40
Cîgirê Serokê Akademiya Demokrasî û Siyasî ya Kurdistana Federe û mamostayê Zanîngeha Dihokê Dr. Kamuran Berwarî diyar kir ku hem li Herêma Kurdistanê û hem jî li Iraqê liv û tevgera komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê zêde bûne. Berwarî ev tevger weke "xetere" pênase kir û got:"Der barê vê rewşê de daxuyaniyên îstîxbarat û rayedarên Iraqê hene. Rêxistinbûyîna van komên çekdar li Kurdistan û Iraqê xeteriyeke mezin e. Dixwazin Iraqê û Herêma Federal a Kurdistanê dîzayn bikin." Berwarî bal kişand ser xala 140’emîn a ku bi statuya Kerkûk û herêmên din ên bi nîqaş (Diyala, Mûsil, Selahaddîn) re eleqedar e û got:’’Ev komên çekdar bi giranî li herêmên ku xala 140 e. Ev pirsa han a ku di sala 1991 de hat rawestandin, divê êdî di navbera Iraqê û hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê de bê çareserkirin. Nexasim ji roja ku Sedam Hisên hate darvekirin û vir ve ev pirsgirêk çareser nebûye. Eger çareser nebe, ev komên çekdar wê hebûna xwe li wir bidomînin. Tirkiye li Mûsil û Kerkûkê, li ser sînorê Iraq û Îranê malovaniyê ji van komên çekdar re dike."
Hedefên Tirkiyê yên li Mûsilê
Berwarî diyar kir ku Plana Tirkiyeyê ya ji bo "Împaratoriya Osmanî" ya li ser Mûsilê heye û got:"Tevahiya wîlayeta Mûsilê weke ya xwe îdîa dike. Şerê ku ew ê ji bo vê têbikoşe weke mafê xwe dibîne. Ev ne mafek e, lê pratîkeke dagirkeriyê ye. Ji ber ku Komara Tirkiyeyê ya niha di çarçoveya sînorên hatine diyarkirin de ava bûye. Ev sînor di encama peymanên navneteweyî û herêmî de hatine sererastkirin. Dewleta Tirk di vê çarçoveyê de nikare gavek bi tenê jî biavêje. Tirkiyê cara pêşî bajarê Mûsilê di nav projeya Osmaniyan de cih girt. Ji ber vê yekê dixwazin niha dest deynin ser. Ji ber ku li vir dewlemendiya petrol û gazê heye.” Berwarî anî ziman ku pêwîst e çar parçeyên Kurdistanê polîtîkayên xwe yên herêmî û navneteweyî di ber çavan re derbas bikin û got:“Divê em bibin yek û rêyekê ji bo parastina destkeftiyên Kurdistanê bibînin. Ji ber ku destketiya me ya sedsalî ya li Başûra Kurdistanê parlamento û ev hikûmeta hatiye avakirin e. Bi rêya Herêma Federal a Kurdistanê proje hene û eger Kurdistana Federe xera bibe, wê Iraq jî para xwe bistîne. Wê karesateke mîna karesata sala 2014'an rû bide."
Xala 140’an
Xala 140’emîn a Destûra Bingehîn a Iraqê, herêmên Kurdistana Federe, ku di çarçoveya polîtîkaya "Erebkirinê" ya di dema desthilatdariya Baasê ya bi pêşengiya Sadam Huseyîn de demografyaya wê hat guhertin, vedihewîne. Li van herêman ereb hatin bicihkirin. Di destûra ku piştî hilweşandina rejîma Baas a sala 2003'an hate çêkirin de biryar hate dayin ku li van herêman referandûm were kirin û demografiya beriya polîtîkaya Erebkirinê li ber çavan were girtin û ji gel were pirsîn bê ev herêm wê bi Bexda yan jî Hewlêrê ve girêdayî bin yan na. Belê rêvebiriya Bexdayê nepejirand ku madeya 140 bikeve meriyetê.
NAVENDA NÛÇEYAN