Civata navneteweyî berpirsiyar e

Çarşem 23 Nîsan 2025 - 03:45

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi hevkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) pêngava xwe ya ewlekariyê ya ku di 18'ê vê Nîsanê de dest pê kiribû, didomînin. Ev pêngav xwe dispêre agahiyên îstixbaratî yên der barê tevgera şaneyên çeteyên DAIŞ'ê li hundirê kampê û derdora wê. Fermandara Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Sema Hesekê diyar kir ku kampa Hol ne tenê kamp e, ew bingeha siyasî ya çeteyên DAIŞ'ê ye û şaneyên wan di hundirê kampê de xwe bi rêxistin dikin û ji bo pêkanîna operasyonên li dijî herêmê û cîhanê amadekariyê dikin. Sema Hesekê got ku ew ê heta pêkanîna armanca xwe û girtina hemû şaneyên veşartî yên di kampê de, pêngavê bidomînin û got:"Di dema dawî de me dît ku çeteyên DAIŞ'ê yên ku di kampê de bi dizî xwe bi rêxistin dikin, çalaktir bûn. Ev jî erkê me û yê tevahî cîhanê ye ku em gelê herêmê biparêzin."

Divê barê me sivik bikin

Sema Hesekê li ser rola YPJ'ê di vê pêngavê de axivî û got:"YPJ ji destpêka xwe ve li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di pêngavên leşkerî de beşdar in. Hebûna me ne tenê di Hol de ye, her wiha di eniyên pêş de ye jî. Parastina pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkbirina terorê jî berpirsiyariya hevbeş a tevahî cîhanê ye."

Der barê zehmetiyan de Sema Hesekê got ku jinên çeteyên DAIŞ'ê yên di kampê de xwedî hişmendiyeke tarî ya tundraw in, ew bi hêzên ewlekariyê re nabin alîkar û bi piranî rê nadin wan ku bikevin konan. Hin caran jî bi kevir û dijûnan êrişî şervanên jin dikin. Sema Hesekê bang li civata navneteweyî kir ku der barê rewşa kampê de xwedî li berpirsiyariya xwe derkeve ji ber ku ew kamp ne tenê metirsiyê dide herêmê, her wiha ew metirsiyê dide seranserî cîhanê û got:"Divê cîhan li hemberî vê zehmetiyê bisekine û barê Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî bi taybetî YPJ'ê ku ji gelek salan ve di vî şerî de ne, sivik bike."

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.