Ji bo me bibe rênîşana jiyanê
Pêncşem 10 Nîsan 2025 - 03:40
HPG’ê nasnameya gerîlayekî eşkere kir ku ji ber nexweşiyê şehîd bû û got:"Ew ê bi dilsoziya xwe ya bi jiyana azad re, ji bo me hemûyan bibe rênîşana jiyanê." Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayê şehîd, ev daxuyanî da:
"Hevrêyê me Mazlûm Yekta berê ji ber nexweşiyekê li Herêmên Parastinê yên Medyayê tedawî didît, roja 15’ê Sibatê car din bi giranî nexweş bû. Tevî hemû mudaxileyan jî, hevrêyê me şehîd bû. Hevrêyê me Mazlûm ji dema tevlî nava refên gerîla bûyî û heta şehadetê, her tim bû xwedî têkoşîneke li ser xeta fedayîtiyê. Bi dilsoziya xwe ya ji bo nirxên azadiyê û kesayeta xwe ya fedakar bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Weke zarokek wêrek ê gelê me yê Efrînê çand, exlaq û terbiyeya ku ji malbat û derdora xwe girtî, bi pîvanên jiyana Apoyî re kir yek û bû milîtanekî fedayî. Li her qada têkoşînê, bi hevrêtiya xwe ya samîmî û dirûst derket pêş. Şehadeta zû ya hevrêyê me Mazlûm em xistin nava xemgîniyeke kûr. Ew ê bi dilsoziya xwe ya bi jiyana azad re, ji bo me hemûyan bibe rênîşana jiyanê.
Di serî de malbata hêja ya hevrê Mazlûm em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku bîranîna şehîdên xwe li Kurdistana azad bidin jiyîn.
Şehadeta wî ya zû em xemgîn kirin
Hevrêyê me Mazlûm li Cindirêsê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Di sala 2019’an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me ji dema gihiştî nava refên gerîla û şûn de, armanc dikir ku tarzê tevlîbûna fedayî bi dest bixe. Lêhêrbûn û lêgerînên xwe yên di vî warî de, xwest weke pêdiviya dilsoziya bi Şehîd Sara û Şehîd Rûken re yên ku sala 2022’yan li Mêrsînê çalakiya fedayî kirin û bi Şehîd Erdal û Şehîd Rojhat re yên ku sala 2023’yan li Enqereyê çalakiya fedayî kirin, bixe pratîkê. Hevrêyê me fikirî ku vê yekê encex di bin bunyeya Hêzên Taybet de eger beşdarî xebatan bibe, dikare pêk bîne. Li ser vî bingehî derbasî van xebatan bû. Berê hevrêyê me her tim li qadên ku şer lê zêde bû, bi israr xwest derbasî van qadan bibe û bi hevrêyên xwe re mil bi mil şer bike. Di sala 2024’an de pirsgirêkên wî yên tenduristiyê car din derketin holê, lewma car din dest bi pêvajoya tedawiyê kir. Di vê pêvajoya demdirêj de lêhêrbûnên xwe yên ji bo fedayîtiyê, domand. Tevî ku nexweşiya wî giran bû, her tim hêviya xwe zindî hişt. Bi sekna xwe ya di pêvajoya tedawiyê de û dirûstiya xwe ya di peywendiyên hevrêtiyê de, hemû hevrêyên xwe bandor kir. Roja 15’ê Sibatê nexweşiya hevrê Mazlûm giran bû û tevî hemû mudaxileyan, tevlî karwanê şehîdan bû. Şehadeta wî ya zû, em gelek xemgîn kirin. Em soz dikin ku armanc û xeyalên hevrê Mazlûm bikin hinceta xwe ya têkoşînê û bîranîna wî li Kurdistana azad bidin jiyîn.”
Agahiyên derbarê nasnameya hevrê Mazlûm Yekta bi vî rengî ne:
Mazlûm Yekta (Mihemed Şêx Hemedî), li Efrînê jidayîk bûye, 15’ê Sibata 2025’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
BEHDÎNAN