- Navenda Çanda Biharê ya li Êlihê niha dersê dide 100 xwendekaran û di nava wê de du komên muzîkê hene: Yeke mezinan û yeke piçûkan. Projeya zindîkirina arşîva Radyoya Êrîvanê jî li ber wan e.
ROJDA AYDIN / JINNEWS/ÊLIH
Navenda Çanda Biharê, zêdetirî 20 salan e ku ji bo jin, ciwan û zarokan xebatên çand û hunerî dimeşîne, rêvebera navendê Sevda Adirbellî, dibêje, li hemberî xebatan elaqeyeke mezin heye: "Her dem û her çaxê salê, xebatên me yên taybet hene. Bi xebatên wisa, hem em û hem jî gel bi tevlîbûna xwe xwedî li ziman, çand û hunerê xwe derdikeve.”
Navenda Çanda Biharê (BKM) ev zêdetirî 20 salan e ku li Êlihê di warê çand û huner de dixebite, û kar û xebatên xwe bênaver didomîne. Li navenda çandê ji xeynî dersên tembûr, gîtar, keman, erbane, şano, înstrumanên derb û bayê, ji bo zarokan jî kurs hene. Jin, zarok û ciwanên Êlihê jî elaqeya xwe nîşan didin.
Qederê 100 xwendekarî
Rêvebera navendê û mamosteya erbaneyê Sevda Adirbellî dibêje, komeleya wan sala 2000’î bi navê Komeleya Şehît Mizgîn hatibû avakirin û piştre navê wê hatiye guhertin û bûye Navenda Çanda Biharê: “Kar û xebatên me yên komeleyê ji sala 2000’î û vir ve dewam dike. Ez jî sala 2017’an hatim vê derê û min xwe fêrî lêdana erbaneyê kir û piştî demekê hîn bûm. Niha komek me ya jinan heye. Li komeleya me ji xeynî erbaneyê, dersên lêxistina amûrên wek gîtar, keman, piyano û sinifa me ya dengbêjan heye. Bi van amûran em perwerdehe dikin û xebatên me didomin. Her wiha ji bo şanoyê jî em ê sinifeke nû ava bikin. Heta îro, gelek xwendekar ji kursên Navenda Çanda Biharê mezûn bûn. Niha jî hejmara şagirtên me gelek e. Koma me ya Sorjiyan heye, ev jî komeke zarokan e. Xebatên me yên vê komê jî hene. Perwerdehiyên me yên amûran dewam dikin. Niha nêzî 100 xwendekarên me hene.”
Erbana qêrîna jinê ye
Sevda Adirbellî dibêje, jinên tên kursan, bi taybetî hez dikin hînî lêxistina erbanê bibin: “Dibêjin, erbane qêrîna jinê ye. Ev gotin, hem gelek belav bûye û hem jî gotineke di cih de ye. Komeke me ya erbanê heye û ji 10 jinan pêk tê.
Her wiha koma me ya dengbêjan jî heye û bernameyên taybet amade dikin û derdikevin ser dikê. Her wiha ji bo zarokan jî bernameyên me yên taybet hene
Jinên ku li erbanê dixin jî bi qeweta xwe hemûyî li erbanê dixin. Bandoreke wisa li ser mirovan dike ku mirov dibêje, tenê dengê erbaneyê dibihîse. Carinan tu çavên xwe digirî û lê dixî. Carinan hêdî, carinan jî bi lêz lêdixî. Ez wek terapiyê dibînim û mirov gelekî pê aram dibe."
Ciwanên Êlihî hez ji muzîkê dikin
Mamosteya erbanê, Sevda Adirbellî, dide zanîn ku sala 2016’an piştî ku saziyên çandê hatin girtin, cihê ku perwerde bikin nemabû û wiha axivî: "Li Êlihê tenê ev komele ma. Elaqeya ciwanan, mirovî gelekî kêyfxweş dike. Bi taybetî malbat zarokên xwe yên piçûk tînin li vê derê ji bo hînî lêxistina amûran bibin. Malbat ne tenê ji bo amûran, ji bo hinbûna çandê jî zarokên xwe tînin. Di demên pêş de em ê koma zarokan jî ava bikin. Em bi xebatên xwe hewl didin ku bi stran û amûran çanda xwe zîndî bihêlin. Her wiha koma me ewilî tenê li erbanê dixist lê niha me kesên li tembûr, gîtar û keman dixin jî tevlî koma xwe kirin.”
Kolektîfa Rîtmên Azad
Ew behsa Kolektîfa Rîtmên Azad dike û wiha be jî armancên xwe rave dike: "Em dixwazin arşîva Radyoya Erîwanê careke din derxin pêşberî gel. Niha koma me li ser vê mijarê dixebite. Koma me ya Kolektîfa Rîtmên Azad ji 10 - 12 kesan pêk tê. Em hewl didin ku çandê zîndî bikin. Her wiha xebatên me li gorî demsalê naguherin, her roj û her demsalê xebatên me dewam dikin. Her wiha li gel Kolektîfa Rîtmên Azad û Koma Sorjiyan a zarokan jî heye."
Sevda Adirbellî, di dawiyê de balê dibe ser projeyên siberojê û dibêje, "Gelek bernameyên me çêdibin û yan jî em tevlî bernameyên cuda yên derveyî bajar dibin. Niha em hewl didin ku komeke stranbêjan a jin û zarokan ava bikin.
Gel bi çand û zimanê xwe dikare li ser piyan bimîne. Heger em bi hev re xwedî li ziman û çanda xwe derkevin, kes nikare polîtîkayên asîmîlasyonê bi pêş bixe. Gelê Kurd, gelekî wêrek e, heval Bêrîtan, Zîlan, Atakan Mahîr jî mînakên vê yekê ne. Ez di bawer dikim ku her ciwanê Kurd jî dê wek wan wêrek be. Ez dixwazim Kurd xwedî li çand û zimanê derkevin.”