- Çand û rêûresma miletê Îgbo yê Nîjeryayê Chiamonwu Joy heyranî xwe kiriye. Biya wê, rojavayîkirinê, ev çand hêdî hêdî aniye ber mirinê. Ji ber wê jî wê ji xwe re kiriye wezîfe ku bi xêz û rengên xwe wan biparêze.
Luqman Guldivê
Ifeyinwa Joy Chiamonwu hîna 27 salî ye, lê di warê hunerê şêwekariya hîperrealîst de hostekareke temam e.
Lê hunerê wê wê ne tenê meseleya hostekariyeke temam e jî. Ew dibêje, “Hunerê min çîrokeke adetî ya çanda Îgbo ya beriya rojavayîkirinê, dibêje”. Li vir esas “rojavayîkirin” behsa du tiştan dike: mêhtingerî û statuyên piştî serdema mêhtingeriyê yên ku nijadperestiya li welatên rojava jî xwe disipêrinê. Ew bi karekterên di wêneyên xwe de li ber vê rojavayîkirinê radibe. Bi gotinên wê, “her tişta ew li xwe dikin, sembolên çanda min in. Cilûberg, çêkirina porê, aksesuwar û her tişta din.”
Ifeyinwa Joy Chiamonwu ji devera Maiduguri ya Nîjeryayê ye. Ew niha li Awka ya li başûrrojhilatê welêt dimîne.
Bi zaroktî dildariyeke ecêb a ji bo zêwekariyê pê re peyda bûye. Lê ewî xwendina xwe li Zanîngeha Nnamdi Azikiwe dike û diobe perwerdekar. Ew ne tenê dildara şêwekariyê ye, hewas û dildariyeke wê ya ecêb ji bo çanda xelkê wê yanî çanda Îgbo jî heye. Ew hunerê xwe weke derfeteke parastin û bipêşxistina vê çandê dibîne. Esas ew berhemên xwe û hunerê xwe weke dibistanekê dibîne ji bo ku xelkê vê civakê perwerde bike.
Lewma ev xelk îro roj wisa hîs dike ku ji ber riojavayîbûnê û bilez belavbûna teknolojiyê, çanda xwe ji dest daye. Tevî ku beşê hunerî nexwendiye, ew dest bi şêwekariya bi komir, rengên pastel, rengên avî, rengên ji qehweyê li ser kaxez û tuwalê kar dike.
Chiamonwu portreyênn hevalên xwe û xelkê ji malbata xwe weke karakterên efsanewî û dîrokî xêz û pê re çîrok, mît, kirinên exlaqî û çandeke dewlemend a miletê Îgbo yê li rojavayê Efrîkayê muhafeze dike.
Her portre çîrokekê dibêje
Her berhema Chiamonwu Joyê çîrokekê dibêje. Bi berhemên xwe yên bi komirê yên zêde zêde weke rastiyê yanî hîperrealîstîk, ew behsa dîrok û çanda Nîjeryayê û miletê Îgbo dike.
Pêvajoya wê ya berhemhênanê naguhere: Ew pêşî xelkê ku wê portreyê wan çêke dineqîne. Ew cilûbergên lazim li wan dike û ji wan re dibêje, ka ew ê çîrokeke çawa bibêje. Gava ew dest bi karê xwe dike, heger ew ê komirê bi kar bîne ev karê wê 4 ta 6 hefteyan dewam dike. Lê ked û westa wê hemû ji bo tiştekî ne: “Hunerê min çîrokeke adetî ya çanda Îgbo ya beriya rojavayîkirinê, dibêje. Her tişta ew li xwe dikin, sembolên çanda min in. Cilûberg, çêkirina porê, aksesuwar û her tişta din.”
Ji bo ku xelk hunerê wê hîs bikin
Chiamonwu Joy dibêje, çand û rêûresma dewlemend a miletê Îgbo yê Nîjeryayê timî ew heyranî xwe kiriye, lê biya wê, rojavayîkirinê û teknolijiya bi lez berbelav dibe, ev çand, rêûresmên wê û nirxên wê yên exlaqî hêdî hêdî anîne ber mirinê. Ji ber wê jî ew dibêje, “Lewma min ji xwe re kir wezîfeyek ku ez wan bi rêbaza ez dizanim, bi xêz û rengên xwe biparêzim. Ez bi rastî jî gelekî hez ji hîperrealîzmê dikim ji ber ku ez wisa hîs dikim, weke ku mirov karibin bi her awayê dixwazin karibin têkiliyê bi berhemên min re deynin. Ew dikarin hem têkiliyeke dîrokî, çandî û hem jî yeke hisî, manewî û heta derûnî jî deynin bi wan re.”
Yek ji gelekan e
Li Nîjeryayê hunermendên hîperrealîzmê gelek in. Lê Chiamonwu Joy yek ji yên herî navdar e.
Beriya ku ew dest bi şêwekariya hîperrealîstîk bike, wê karîkatur xêz kirine. Lê zû zûka pê hisiya, ev ne ji behreyên wê ye.Wê her ceriband û xwe bi pêş xist, heta ku xêzkirinên weke yên bi rastî zindî çêkirin. Ji wê jî wê berê xwe da hîperealîzma di nava hunermendên welatê wê de populer.
Ji sala 2016´an ve bi xêra çendek reklam, pêşangeha “Insanity” ya heman salê li Lagosê, nûçeyên di çapemeniyê de li ser wê û belavbûna berhemên wê li ser medyaya dîjîtal de, ew navdar bû.
Xebata bi komirê ne hêsan e û ew jî bi vê dizane. Chiamonwu Joy dibêje, tişta herî zehmet karê bi podraya grafîtê û qelema komirê li ser kaxezê ye, lewma mirov divê karibe belavbûna grafît û komirê kontrol bike.
Berhemên wê derxistine holê ku ew serketî herduyan jî kontrol dike.
Wêne: Chiamonwu Joy Art