280 xwendekar revandin

Nûçeyên Cîhan

Şemî 9 Adar 2024 - 00:36

Li Nîjeryayê ku yek ji welatên herî qelebalix ên Afrîkayê ye, revandina komî ya ji bo fîdyeyê dibe sedema pirsgirêkeke mezin. Rayedarekî xwecihî yê eyaleta Kadûnayê diyar kir ku roja Pêncşemê li dibistana Kûrîgayê gelek xwendekar hatine revandin. Li gorî yek ji mamosteyên dibistanê Sanî Abdullahî, kesên çekdar gule berdane hewayê û gelek xwendekar revandine. Heman çavkanî got:"Li dibistana navîn a Kûrîgayê 187 zarok winda ne, li dibistana seretayî 125 zarok winda ne. Lê belê 25 vegeriyan. Zêdeyî 280 zarok hatin revandin."

Rayedarên xwecihî û polîsan hîn hejmarek eşkere nekirine.

Salên dawî çete bi taybetî li eyaletên bakurrojava yên Nîjeryayê êrişî dibistanan kirin. Li gorî çavkaniyên xwecihî li pişt êrişê Dewleta Îslamî ya Efrîka ya Rojava (ÎSWAP) heye ku bi ser DAÎŞ'ê ve ye.

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.