Tirkiyê ew jî hînî kuştina sivîlan kirine 

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 6 Kanûn 2023 - 10:27

Li Nîjeryayê hat ragihandin ku droneyeke artêşê 'bi şaşitî' 85 sivîl qetil kirine!

Li gorî agahiyan li eyaleta Kadûna ya li bakurrojavayê Nîjeryayê, yekşema bihurî balafireke bêmirov a bombebarkirî ya artêşê, li gundekî 'bi şaşitî' herî kêm 85 sivîl qetil kirine. Dewleta Tirk hîna nû droneyên bi sîleh teslîmî Nîjeryayê kiribûn û “pîlotên” van droneyan jî perwerde kiribûn.

Li gorî Ajansa Rêveberiya Rewşa Lezgîn a Neteweyî ya Nîjeryayê (Nema), balafireke bêmirov a bombebarkirî ya artêşa Nîjeryayê 'bi şaşitî' bombe li gundiyan barandiye.

Serokdewlet Bola Ahmed Tînûbû piştî mikurhatina artêşa Nîjeryayê, ferman da ku lêpirsînek bê destpêkirin.

Artêşê li ser hejmara qurbaniyan bîlanço eşkere nekir, lê belê xelkê herêmê diyar kir ku pirraniya kesên hatine kuştin jin û zarok bûne.

Di daxuyaniya Nema de hate gotin, "Rayedarên cihî yên Ofîsa Herêma Bakur Rojava ragihandin ku heta niha 85 cenaze hatine veşartin, lê belê karê lêgerînê hîna jî dewam dike."

Hate ragihandin ku 66 kes li nexweşxaneyan têne dermankirin û rayedarên rewşa lezgîn ji bo aloziyê kêm bikin û xwe bigihînin gund, hevdîtinê bi rûspiyên herêmê re dikin.

Hêzên çekdar ên Nîjeryayê ev 14 sal in li bakurrojava û bakurrojhilatê welêt li dijî milîsên ku weke 'eşqiya' pênase dikin, şer dikin û gelek caran êrişên hewayî dikin.

 

Hosteyê mirinê ji Tirkiyeyê ye

Tebaxa 2023´yan hesabê Twitterê yê DefenseNigeria
wêneyên systemên temam ên Bayraktar TB2 weşandin
Wêne: Wikimedia

Nîjeryayê hîna nû droneyên bi sîleh peyda kirine. Çileyê sala 2021´ê fermî hevdîtin bi Tirkiyeyê re kirin da ku droneyên tîpa Bayraktar TB2 ji Tirkiyeyê bikire.

Wezareta Parastinê ya Nîjeryayê 20´ê Tebaxa îsal da zanîn ku di Cotmehê de droneyên ji Tirkiyeyê wê teslîmê wê bên kirin. Îlonê jî ev nûçe hat piştrastkirin.

Sîstema ku Wezareta Nîjeryayê wêneyên wê parve kirin, ji du stasyonên kontrolê, 6 droneyên Bayraktar TB2, sê termînalên daneyan ên li erdê, du termînalên vîdeo yên ji dûrve tên kontrolkirin û Yekîneya Destekê ya li Erdê pêk tê.

Nûçeyên wezareta parastinê ya Nîjeryayê wekî din dide zanîn ku pîlotên van droneyan hîna nû Cotmehê perwerdeya xwe li Tirkiyeyê bi dawî kirine. Mirov dikare bibêje, dewleta Tirk qetilkirina sivîlan hînî pîlotên nîjeryayê jî kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.