Artêşa Îsraîlê êvara Çarşemê bidawîhatina “Operasyona Erebeyên Gideon" û destpêkirina “Operasyona Şêrî Radibe" ragihand.
Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz got: "Armancên vê manevrayê ew in; vegerandina girtiyan û misogerkirina ku Hamas li vir nemîne, werin bidestxistin. Em ji vê armancê gav paşde naavêjin.”
Yisrael Katz her wiha got: "Vegerandina girtiyan û bidestxistina serkeftinê mîsyona me ye ku dest jê nayê berdan. Em berdêla ku me daye fêm dikin. Dibe hûn bibînin ku Hamas neguheriye; ew bi berdewamî hewl dide vegere rewşa xwe ya berê."
Wezîrê parastinê daxuyand ku Hemasê di pêngava dawî de jî plan dikir ku alîkariya Îranê bike ku plana xwe ya ji bo tunekirina Îsraîlê pêk bîne.
Li aliyekî din hat ragihandin ku li taxa Şûcaiyê ya rojhilatê bajarê Xezayê di 24 saetên dawîn de gelek êriş li dijî artêşa Îsraîlê hatin kirin. Hate diyarkirin ku di encama van êrişan de fermandarek hat kuştin û 3 leşker birîndar bûne.
ANHA