Bi ‘Dara Jiyanê’ cejna vejînê pîroz kirin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 19 Tebax 2025 - 02:45

Koma Awazê Çiya stranên xwe yên ji albûma xwe ya nû ya ‘Dara Jiyanê’ got û Cejna Vejînê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi gerîla re pîroz kir.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi wesîleya salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê pîrozbahî dewam dikin. Koma Awazên Çiya bi albûma xwe ya bi navê ‘Dara Jiyanê’ ku beriya demeke kurt pêşkêş kir, derkete pêşberî gerîlayên HPG û YJA Starê û Cejna Vejînê pîroz kir.

Beriya pîrozbahiyê, di çarçoveya bernameya ku gerîlayên HPG û YJA Starê amade kiribûn koro, skeç û şano hatin nîşandan. Piştre Koma Awazê Çiya derkete ser dikê û stranên ji albûmê hemû pêşkêş kir.

Pîrozbahî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.