Di 16′ê Çile de Radyoya ‘Şehba FM’ dest bi weşana testê kiribû. Ji saet 8’ê sibehê heta saet 2’yê piştî nîvrojê nûçe û stran dihatin weşandin.
Şehba FM, weşana xwe ji navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dike û li Heleb û kantona Şehbayê lê tê guhdarîkirin.
Weşana radyoyê bi Erebî û Kurdî li ser frekansa 107.5 tê kirin.
Di weşana wê de bultena nûçeyên herêmê û cîhanê, bernameyên civakî, çandî, aborî û yên ciwan û jinan jî wê werin pêşkêşkirin.
Li gorî endama radyoyê Diyala Ebdî, weşana fermî di 1′ê Hezîranê de dest pê bike.
Diyala Ebdî li ser mijarê got, “Nûçe û stran wê bên weşandin. Weşana radyoyê dê ji 8′ê sibehê heta 8′ê êvarê be.”
Niha li navenda radyoyê 8 xebatkar li ser weşangeriya radyoyê perwerde dibin. Diyala got, "Em li ser pisporiya xebata radyoyê perwerde dibin."
ANHA/ŞEHBA