Ji ber şehîdbûna wan em xemgîn in

Sêşem 19 Îlon 2023 - 00:25

Wezîrê Karên Derve yê Luxembourgê Jean Asselborn derbarê şehîdkirina 3 şervanên YPJ’ê ji aliyê dewleta Tirk ve ragihand ku ji ber şehîdkirina 3 şervanên YPJ`ê di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de, xemgîn e.

Wezîrê Karên Derve yê Luxembourgê Jean Asselborn li ser hesabê xwe yê medya dijîtal de got ew ji ber şehîdkirina 3 şervanên YPJ`ê di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li Minbicê, xemgîn e.

Jean Asselborn eşkere kir ku ew bi şehîd Şervîn Serdar re sala 2016`an rûniştiye û piştgiriya xwe ya ji bo şerê li dijî DAIŞ`ê ragihandiye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.