Ji ber ku nexwest bibe şivan birayê xwe kuşt
Çarşem 9 Adar 2022 - 22:48
- Li bajarokê Qerehencîrê, ciwanê ku nexwest şivantiyê bike, ji aliyê biyarê xwe ve hate kuştin.
Li bajarokê Qerehencîrê, ciwanê ku nexwest şivantiyê bike, ji aliyê biyarê xwe ve hate kuştin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyeke polêsên bajarokê Qerehincîr ê ser bi Kerkûkê, doh birayê mezin ê ciwanekî ew kuşt.
Derbarê bûyerê de polêsan dest bi lêpirsînê kir.
Li gorî agahiyên bi dest ketine, ciwanê hatiye kuştin, berî niha dest ji dibistanê berdaye û piştre birayê wî yê mezin jê xwestiye bibe şivan, lê wî ev yek red kiriye. Lewma ew bi hev diçin û devjenî çêdibe; û piştre birayê mezin bi sîlehê birayê piçûk dikuje.
KERKÛK