Ji ber êrîşên Tirk koçberî zêde dibe

Sêşem 30 Çile 2024 - 15:05

Ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê zêdetî 700 hezar mirov ji bêgavî koçber bûn. Di salên dawî de di serî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Sûriyeyê koç û koçberî zêde bûye; vê yekê bandoreke nerênî li ser nifûsê kir, li herêmê pêşî li guherîna demografiyê vekir.

Bi şerê ku ji sala 2011’an ve li Sûriyeyê diqewime, pêla koçberiyê bandor li gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir. Krîza Sûriyeyê bû sedema guhertina demografiyê û metirsî jî bi xwe re anî. Lewma bi milyonan mirov ketin rêyan, bûn koçber û penaber. Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku di 2021’an de 5,5 milyon mirov ji ber fikar, tirs, bêhêvîtî, siyasî û ekonomiyê koç kirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber îdeolojiyên ku siyasî, leşkerî û şîdetê di nava xwe de digire, (mîna DAÎŞ’ê) pêla koçberiyê derket holê. Her wiha ambargoya ekonomiyê ya ku bi israra pozîsyona ji bo vebûna deriyên sînor ên Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriyeyê bûyî asteng, re pêş ketî jî bandor kir. Nêzî milyonek kes ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber fikar, tirs, bi zorê û bi xwesteka xwe koç kirin. Her wiha hêzên navneteweyî û herêmî jî li ser esasê berjewendiyên xwe gel teşwîqî koçê dikirin.

Li gorî Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) 460 hezar kes ji ava vexwarinê bêpar man. Li gorî anketa NRLS’ê (Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava) ya di sala 2016’an de; pirsgirêka ewlehî û ekonomiyê yek ji sedemên sereke ya koçberiyê ye. Li gorî Bernameya Xurekê ya Cîhanê (Worl Food Programme, WFP) di sala 2022’yan de ji sedî 90’ê Sûriyeyiyan di bin sînora birçîtiyê de dimînin û ji nifûsa 16 milyonî herî kêm 12 milyon Sûriyeyî ji ewlehiya xurekê bêpar in. Li gorî anketa NLRS’ê ya di sala 2016’an de; li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsa ‘hûn piştgiriyê didin koçberiya ber bi dervey welêt?’ hat kirin û ji sedî 86,1 bersiva ‘na’ ji vê pirsê re hat dayîn.

Ji ber di warê ekonomiyê de wekhevî nebû, li Kantona Cizîrê sala 2008’an bû sala herî hişk. Li gorî NY’ê sedî 60’ê xaka Sûriyeyê û 1,3 milyon kes (Piranî ji Kantona Cizîrê) ji ber hişkesaliyê zirareke mezin dîtin. Li gorî Neteweyên Yekbûyî û Xaça Sor; zêdeyî 800 hezar kes çavkaniyên xwe yên debarê winda kirin. Lewma bi hezaran Kurd neçar man koçî bajarên cuda yên Sûriyeyê û dervey welêt bikin.

Di encama êrîşên DAÎŞ’ê yên di sala 2014’an de 225 Sûriyeyî, ji Kurdistana Federe koç kirin. Ji vane nêzî sedî 97 Sûriyeyiyên li Iraqê û zêdeyî sedî 90 jî Kurd bûn. Di encama êrîşên DAÎŞ’ê ya Hezîrana 2014’an a li ser Kobanê de zêdeyî 160 hezar şêniyên Kobanê, neçar man ku koçî Tirkiyeyê bikin. Li gorî Komîsyona Bilind a Karên Koçberiyê ya NY’ê; Di 2011-2014’an de 815 hezar Sûriyeyî koçî Tirkiyeyê kirin.

Dema ku Tirkiyeyê di 2018’an de Efrîn dagir kir, zêdeyî 300 hezar Efrînî neçarî koçberiyê bûn. Dîsa dema dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê di sala 2019’an de Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir, li gorî Komîsyona Bilind a Karên Koçberiyê ya NY’ê; 180 hezar kes ku piranî jin û zarok di nav de bûn ji xaka xwe hatin koçberkirin. Piştî zexta li ser herêmên dagirkirî, ev hejmar gihişt 400 hezarî.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.