- Weşanên Aryen ku pirtûkên Kurdî û Tirkî çap dike di van rojên dawî de çend pirtûkên bi Kurmancî jî çap kir. Çîrok, fabl û helbestên di van pirtûkan de îlhamê didin xwendevanên ku bi Kurdî dixwînin.
Weşanên Aryenê vê pêlê dîsa pirtûkên bi Kurmancî çap dike û belav dike. Di nav hefteya çûyî de pirtûkên bi navê “Kula Faykeyê Spî” (Yaşar Eroğlu), “Dayê Koban”, (Xecê Rêdûr) “Şikefta Çîrokan-Dîwana Heywanan” (Leyla Atabey) û “Enwer-Newaya Hevrêtiyê” (Huseyin Guclu) ji Weşanên Aryenê derketin.
Ji van pirtûkan “Kala Faykeyê Spî” û “Dayê Koban” bi şêwaza çîrokan hatine nivîsandin. “Şikefta Çîrokan-Dîwana Heywanan” bi awayekî fabl hatiye nîvîsandin û “Enwer-Newawaya Hevrêtiyê” jî weke helbest hatiye nivîsandin. Va ye çend agahiyên kurt di derbarê van pirtûkên ku Aryenê çap kiriye.
Kula Faykeyê Spî
Ez nexweşê li ser nivînan im. Sal û nîveke rewşa min wisa ye. Nexweşiyeke ku roj bi roj bedenê dixwe û pûç dike li min peyda bûye. Qudûmê min tune ye ku ez rabim li ser lingên xwe bigerim, bi kêfa dilê xwe tevbigerim. Ew ji bo min êdî hesret in. Felekê pişta min şikandiye, daye ser doşega sar. Derzî û derman taştê, firavîn û şîva min in. Nexweş, neçar û aciz im. Wextên ku êşa min datîne yan jî kêm dibe, ez dikevim riya daboriya jiyana xwe, diçim, diçim, têm rojên îro; dîsa doşeg, dîsa balgehê ez ji wî, ew ji min aciz bûyî. Bivê nevê rojên berê tên bîra min; di ber çavên min re daboriya min derbas dibe.
Carinan diheyirim, dibêjim, “Xwedê te nehêle Bêmal, te çikir, te li pey xwe çi hişt, heyateke te ya çawa bû?” û ax dikim çavên xwe dikutim arîkên malê, yên nexweşxaneyê. Rojên şa û bextewar, nexweş û xirab di ber çavên min re derbas dibin, diçin û tên; carinan ez dikenim, carinan jî diqehirim. Çi bikim, ev rastî, ev heyat çîroka min e.
Dayê Koban
Rojek ji rojan
Bajarekî ber bi roj
Ku roj jê diçû ava
Di nava roniya rojê de
Xaniyekî tenê li ser çiyayekî hebû ku bi baxê daran çar goşeyên wî hatibû girtin.
Li wê malê jineke pîr dijiya.
Û vê pîrejina porspî gelek sal di wî bajêrî de derbas kiribû û hemû xelkê bajêr ew jina delal a porspî nas dikir. Ji ber ku ew jina porspî gelek dilovan bû, jê re digotin, “Dayê Koban”.
Jin û mêrên wî bajarî dema qala Dayê Kobanê dikirin, digotin, “Bi qasî ku tê bîra me ew jina porspî di vî bajarî de bi dilovanî dijî û navê wê jî her Dayê Koban e.”
Şikefta Çîrokan-Dîwana Heywanan
Nimûneyek ji wan fablên ku di pirtûkê de cih digirin li jêr e;
Pişîk:
“Kes li vir tune ye gelo? Hêê!”
Tawis:
“Ew kî ye?”
Pişîk:
“Ez im ez! Pişîk. Ba û bagereke tûr ez avêtim vê şikeftê. Destûra te hebe ez ê werim ba te rûnêm. Bivvvv! Sar û serma ye.”
Tawis:
“Were, were. Ser çavan ser seran. Ha! Li ber agir xwe germ bike.”
Pişîk:
“Gelo ev cihê bê waw û wawik ku dere? Ji demên xeyalan maye?”
Tawis:
“Ev der şikefta meselokan e. Li vir tu qala kîjan heywanî bikî ew peyda dibe. Ez li ber agir rûniştî bûm, min xwe bi xwe got, ‘Niha pişîkek li vir bûya, wê xwe bidaya ber vî agirê germ.’ Wê gavê tu hatî.”
Enwer-newaya hevrêtiyê
Yek ji helbestên ku di pirtûkê de cih digire wiha ye;
tu çûyî, dem qerisî
min nizanibû
hevqas zor e mirin
tu çûyî, bû jan dinya
min nizanibû
hevqas dijwar e êş
tu çûyî, kavil bû jîn
min nizanibû
hevqas kambax e bûyîn
tu çûyî, şûr e bîr
min nizanibû
hevqas kûr dibire
tu çûyî, bêbin e yar
min nizanibû
hevqas dûr bû ji min
tu çûyî, jehr bû bişişîn
min nizanibû
hevqas ruh î bo min
NAVENDA NÛÇEYAN