Yek ji hêmanên herî giring ên ku dikarin civak û gelan li ser lingan bigirin û rê li ber windabûn û tunebûna wan bigire, çand û ziman e. Ziman nasnameya gel û civakan e. Yek ji zimanên ku heta roja me ya îro hebûna xwe parastî, zimanê Kurdî ye. Zimanê Kurdî xwedî zarava û devokên cuda, her wiha gencîneyek dewlemend ya peyvan e. Di dîrokê de yek ji zimanê ku herî zêde rastî êriş û asîmîlasyonê hatî û karî hebûna xwe berdewam bike ev ziman e. Di roja me ya îro de jî ev êriş û zext berdewamin.
Nivîskarên bajarê Kerkûkê di derbarê giringiya parastina çand û zimanê Kurdî taybet zaravayên Kurdî de axivîn.
Kurdî xwedî zaravayên dewlemend e
Rojnamevan û nivîskar Star Cebar di destpêka axaftina xwe de qala giringiya parastina zaravayan ji bo zindî hêlana çanda Kurdî kir û got: “Gelê Kurd bi çand, şûnwarên dîrokî û zaravayên xwe yên dewlemend tê nasîn. Yek ji warên ku gelê Kurd tê de dewlemende, zimanê wane. Gelek şêweyên cûda yên zaravayan hene ku ev nîşana dewlemendiya zimanê Kurdî ye. Zimanê Kurdî wekî heştemîn zimanê herî dewlemend ê cîhanê tê hesibandin.” Star Cebar destnîşan kir ku di zimanê Kurdî de zaravayên wek Soranî bi piranî li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, zaravayê Goran ê Maço beşek ji Hewramanê, zaravayê Zazakî li Bakurê Kurdistanê û zaravayê Maço yê li hinek deverên Germiyanê, bi taybetî jî yê Yarsanî, hene. Star Cebar tekezî kir ku divê zimanê standard ê Kurdî were damezrandin da ku hemû herêm bikaribin heman zaravayî bixwînin û binivîsin.
Ji bo standartbûna ziman bingehek divê
Serokê Beşa Zimanê Kurdî ya li Zanîngeha Kerkûkê Dr. Sîrwan Semîn jî balkişand li ser zaravayên Kurdî yên li her çar beşên Kurdistanê û wiha axivî: “Şêwazên zaravayan di dewlemendkirina ferhenga zimanê Kurdî de roleke girîng dilîzin. Bi giştî di zimanê Kurdî de çar zarava hene û di nav wan zaravayan de zaravayên din jî hene. Tiştek balkêşe, heman wek bajarê Kerkûkê çawa bajarekî pir netewî, pir olî û pir mezhebî ye, zimanê Kurdî jî pir zaravayî ye.” Dr. Sîrwan Semîn behsa bi sudmend karanîna cudahî û dewlemendiya di navbera zaravayan de kir û wiha domand: “Hinek peyv û têgînên ku di zaravayekê de hene û têne bikaranîn, lê di zaravayekî din de nînin. Ji ber vê yekê, divê bingehek ji bo standardkirina ziman û karanîna van peyvan were danîn. Wek mînak li herêmên zozan civak hinek peyv û zaravayek bikartînin. Zêdetirî 60 peyvên me ku em ji bo ‘berfê’ bikartînin hene.”
Divê tu zaravayek xwe kêm nebîne
Nivîskar Dr. Sîrwan destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkan pevçûna berdewam a di navbera zaravayan de ye, ka kîjan zarava dê serdest be, ev li seranserê cîhanê wihaye. Dr. Sîrwan got: “Hêza aborî an siyasî dibe sedem ku zaravayek bibe standard û ji zaravayên din serdestir be. Ji ber vê yekê, divê çandek yek alî di nav bikarhênerên zaravayan de were afirandin da ku ti zaravayek xwe kêm nenirxîne.”
ROJNEWS/KERKÛK