‘Şermola’ cara 26’an derket

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 6 Tebax 2025 - 00:54

Hejmara 26an a kovara wêjeyî û çandî ya Şermolayê ku bi zimanên Kurdî û Erebî tê weşandin derket. Dosyaya taybet a vê hejmarê li ser paşeroja "Rojnamegeriya kaxezî li Sûriyeya nû" ye.

Di pêşgotina hejmarê de desteya sernivîskariyê balê dikişîne ser rola çapemeniya kaxezî di Sûriyeya nû de. Li gorî kovarê, ji bo serkeftinê divê weşan êşên civakê nîşan bidin, bibin dengekî azad û pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê bikin yek.

Her wiha tê destnîşankirin ku ji bo derbaskirina krîza di vî warî de pêwîstî bi çareseriyên lezgîn hene. Kovar ji 184 rûpelan pêk tê û di beşa Kurdî de gelek berhemên nivîskarên ji seranserê Kurdistanê cih digirin.

Hin ji nivîsên di vê hejmarê de ev in:

Destpêka Rojnamegerî û Nivîsîna Kurmancî li Sûriyê - Berzo Mehmûd

Komunîkasyon, Ragihandin û Dîroka Ragihandina Kurdî - Beşîrê Mele Newaf

Hevpeyvîna Aram Hesen a bi nivîskar Nêrgiz Îsmaîl re

Lêkolîna Diyar Bohtî ya li ser helbestên Melayê Cizîrî

Çîroka Necah Îbrahîm û helbesta Cîhad Mistefa

Şermola kovareke wêjeyî, çandî û serbixwe ye ku her sê mehan carekê bi zimanên Kurdî û Erebî li Rojavayê Kurdistanê tê weşandin. Kovar di sala 2018an de hatiye damezrandin û hejmara wê ya yekem di Sibata 2019an de derketiye. Birêvebir û Sernivîskarê Giştî yî Şermolayê Dilşad Murad e û Sernivîskarê Beşa Kurdî jî Aram Hesen e.

Navê 'Şermola' ji girekî şûnwarî yê li devera Amûdê tê ku dîroka wê vedigere zêdetirî sê hezar salan. Nivîskar dikarin berhemên xwe bişînin navnîşana e-mailê ya kovarê: shermola2018@gmail.com.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.