“Kaspar” pirtûka nivîskar Peter Handke ye. Heta niha ji bo gelek zimanan hatiye wergerandin û ew pirtûk niha êdî bi kurdî ye jî. Pirtûka ku ji aliyê Asya Xerzan ve ji almanî hatiye wergerandin ji aliyê Weşanên Na ve hatiye çapkirin.
“Kaspar” lîstikeke, lîstikek ziman, îşkence, yan jî ya li xwe vegerê ye. Cara pêşî di sala 1967’an te hatiye çapkirin û paşê li dinyayê deng vedaye. Handke bi vê berhema xwe civak daye ber rexneyan.
Kaspar karakterek e bi salan e zimanê wî hatiye defhdan, bi salan jê dûr maye, paşê pêşî guh dide, dibihîje, hîs dike û fêm dike. Bi dû re bi heceyan, bi hevokên şikestî hevokan saz dike, ji bo hînbûna ziman dikeve ser rê lê ev pêvajo lê dibe îşkence. Di dawiya labîrentê de hîn dibe. "Kaspar" rexneyek e li civakê. Di heman demê de metneke edebî ya serketî ye. Ji ber vê yekê heta niha ji bo gelek zimanan hatiye wergerandin, hem wekî pirtûk çap bûye, hem jî wekî lîstika şanoyê derketine ser dikê.
Asya Xerzan ku berî niha “Dawiya Dawî” ya nivîskar Peter Turrînî wergerandibû kurdî, niha wergerek din, metneke din a lîstika şanoyê li wergerên xwe kir. Xerzan, “Kaspar” raste rast ji almanî wergerandiye kurdî, ev metna edebî li arşîva kurdî zêde kiriye.
Asya Xerzan kî ye?
Helbestvan û wergêr Asya Xerzan di sala 1974'an de li Herêma Xerzan, li gundê Qorixê yê girêdayî navçeya Qubîna Batmanê hatiye dinê.
Dibistana destpêkê li Qorixê xwend, dibistana navendî li Oberkirchen Almanyayê xwendiye. Asya Xerzan, sala 2016'an di 24'mîn Pêşbirka Wêje û Helbesta Kurdî ya Huseyîn Celebî de Xelata yekemîn wergirt.
Ew ji sala 1985'an ve tevî malbata xwe li Almanyayê dijî.
Pirtûkên Asya Xerzan:
- Dengê Bêdengîyê /Helbest /Sîtav / 2016 / Wan
- Dawiya Dawî / Peter Turrînî / werger ji almanî Asyar Xerzan/ Şano / Weşanên Na / 2022 / Îzmîr
- Kaspar / Peter Handke / werger ji almanî Asyar Xerzan/ Şano / Weşanên Na / 2025 / Îzmîr
- Kaspar / Peter Handke / Werger: Asya Xerzan / Weşanên Na / 112 Rûpel / 2025
NAVENDA NÛÇEYAN