Kovara Zendê weşana Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye. Kovarê niha hejmara xwe ya 30'î derxist.
Piştî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi KHK'yê hat girtin, barê derxistina kovarê Komeleya Lêkolînên Kurdî girt ser milên xwe. Komele ne bi rêk û pêk be jî dem bi dem hejmarên wê yên nû dertên. Niha jî hejmareke wê gihîşt ber destên xwendevanan. Hejmara wê ya 30'yî ya Bihar-Havîn a 2025'an derket. Di kovara Zendê de bi giranî nivîsên li ser ziman têne weşandin. Di vê hejmarê de jî çend nivîsên li ser ziman hatine weşandin. Ji van nivîsan, Zana Farqînî li ser "Bi Cudahiya “a” û “i”yê Çêbûna Têperî û Têneperiya Heman Lêkeran" nivîsa xwe amade kiriye. Mîlad Xezala mijara "Nasandina Biresera Rasterast û Biresera Nerasterast û Biresera Daçekê" girtiye dest; Samî Tan jî "Peyvsazîya Kurmancî bi Nimûneyên ji Ferhenga Yusuf Ziyaeddîn Paşa" kiriye mijara xwe.
Nivîsên li ser civaknasiya Kurdan
Li ser civaknasiya kurdan jî nivîs di kovarê de hatine weşandin. Ji wan Dr. Îsmet Konak mijara "Konfederasyonê Eşîran yê Şêx Hesenî", Şemoyê Memê jî li ser "Çend Kesayet û Motîf di Mîtos û Zargotina Kurdî de" nivîsa xwe amade kiriye.
Her wiha Bihar Brahîmî jî li ser romana Îrfan Amîda nivîseke nivîsiye. Brahîmî, bi sernavê "Tevna Romana Îrfan Amîda ya bi navê Pêşengeha Sûretan" nivîsa xwe pêşkêş kiriye.
Ji bo têkilî û xwestinê:
Tel: (0212) 621 82 00
Email: zendkovar@hotmail.com
NAVENDA NÛÇEYAN