Amed Şaho eynikê dide ber ‘Şerê Têkel’

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 24 Hezîran 2025 - 02:45

Pirtûka Neynika Şerê Têkel (Hîbrîd) ku ji aliyê Amed Şaho ve hatiye nivîsandin û ji aliyê Navenda Medyayê ya PJAK’ê ve hatiye çapkirin, bi zaravayê Soranî hate belavkirin.

Pirtûka Neynika Şerê Têkel (Hîbrîd) ya nivîskar Amed Şaho ku li ser têgeh û amûrên şerê têkel radiweste, bi zaravayê Soranî hate weşandin.

Pirtûka Hîbrîd ku ji heşt beşan pêktê, rehend û aliyên cûr be cûr ên şerê têkel analîz dike, her wiha bandora medyayê, propagandayê, xirabkirina rastiyê, êrişên sîber û zekaya sûnî di dîzaynkirina vî rengê şer de şîrove dike.

Her wiha di pirtûkê de bal tê kişandina li ser ezmûna Kurdan ya li Rojhilatê Kurdistanê û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ya di warê stratejiyên ji bo şerkirina li dijî şerên bi vî rengî de.

Di pirtûkê de nivîskar, tometên ku ji aliyê dewletên hegemon û herêmî ve li dijî Tevgera Rizgariya Kurd têne kirin, vedikole. Piştre nivîskar rola dewletan di meşandina şerê têkel de analîz dike.

Niha Pirtûka Neynika Şerê Têkel (Hîbrîd) li ser malpera fermî ya PJAK’ê (http://www.pjak.net) li ber deste.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.