Pirtûka Sosyalîzma Demokratîk

Pêncşem 26 Hezîran 2025 - 03:25

Çapa duyemîn a pirtûka Zekî Bayhan a bi navê ‘’Îdeolojiya Azadiyê ya Sedsala 21’emîn: Sosyalîzma Demokratîk’’ ji aliyê Weşanxaneya Belgeyê ve hate weşandin. Çapa yekem a pirtûkê dîsa ji aliyê heman weşanxaneyê ve di sala 2015’an de hatibû weşandin. Di danasîna pirtûkê de nivîsa Vedat Turkalî a têkildarî Zekî Bayhan jî cih digire. Vedat Turkalî di nivîsa xwe de diyar dike ku ev pirtûka li girtîgehê hatiye nivîsandin li gel diyalektên rêbazên Marksîst seknên dijber yên nû û perspektîfên pêşerojê pêş xistine. Zekî Bayhan di sala 1976’an de li Colemêrgê ji dayik bûye û di sala 1998’an de di dema xwendekariya zanîngehê de hatiye girtin. Bayhan ê ku di girtîgehê de xwendina xwe ya aboriyê temam kiriye, nivîskarê gelek gotar û 6 pirtûkan e. Xebatên wî zêdetir li ser mijarên weke Tevgera Azadiya Kurdistanê, paradîgmaya zanista civakî û sosyalîzma demokratîk in. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Zekî Bayhan di demên dawî de ji bo Girtîgeha Îmraliyê hatibû sewqkirin û ev 27 sal in girtî ye. 

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.