Iraqê giliyê Îranê kir

Pêncşem 18 Çile 2024 - 02:55

Wezareta Karên Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Iraq li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, li dijî êriş û bombebaranên Îranê yên li nav xaka Iraqê bi taybet êrişa herî dawî ya bi mûşekan li bajarê Hewlêrê hate pêkanîn, gilî kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi rêya Nûnertiya Daîmî ya Iraqê li New Yorkê du gilî ji bo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî NY û Serokê Konseya Ewlekariyê ya NY re hatine tomarkirin û destdirêjiya Îranê wek binpêkirina eşkere ya serwerî, yekparçeyiya xaka Iraqê û ewlehiya gelê Iraqê hatiye bi navkirin. Hêjayî gotinêye ku di şeva 15’ê Çileyê de pasdarên Îranê bi mûşekên balîstîk çend cihên cuda yên bajarê Hewlêrê hedef girt û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.

Pakîstan: Êriş nayên qebûlkirin

Wezareta Karên Derve ya Pakîstanê jî êrişên Îranê yên pêr bi şev ên li herêma Belucîstan ya Pakîstanê şermezar kir û got:’’Êrişa Îranê binpêkirina serweriya xaka Pakîstanê ye, ev binpêkirina li ser serweriya welatê me nayê qebûlkirin. Bi tûndî binpêkirina ne rewa ya ku Îranê li ser welatê me pêkanî şermezar dikîn. Di encama êrişa Îranê de du zarokên bêguneh jiyana xwe ji dest dan û sê kesên din jî birîndar bûn. Ev binpêkirina li ser welatê me nayê qebûlkirin û wê encamên cidî bi xwe re bîne.” Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin tevî ku rêyên giftûgoyê di navbera her du welatan de hene, lê Îranê êriş hilbijart. Hat gotin beriya niha jî wan nerazîbûnên tund li ser êrişan nîşanî berpirsên bilind ên Wezareta Karên Derve ya Îranê dabûn. Hat gotin wan bang li balyozê Îranê yê li Pakîstanê bang kirine û nerazîbûna xwe ji êrişê re anîne ziman.

Wezareta Karên Derve ya Pakîstanê diyakir ku Pakîstan li dijî terorê ye û ev êrişên Îranê li gel peywendiyên navbera her du welatan û cîrantiya baş naguncin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.