Iraq divê dozê li Tirkiyê veke 

Şemî 2 Tîrmeh 2022 - 00:06

Parlamentera Hevpeymana Fetih, Suheyla Sultanî got, Iraq ji bo rawestandina binpêkirinên dewleta Tirk, xwedî gelek bijarde ye û got; “Tirkiye nikare pişta xwe bide ti peymanên ku rê bide serweriya xaka Iraqê binpê û dagir bike.”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Gerîlayên azadiyê dijî dewleta Tirk a dagirker, Kurdistanê diparêzin. Bêdengiya Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ya li hemberî êrişan jî dewam dike.

Parlamentera Hevpeymana Fetih a parlamena Iraqê Suheyle Sultanî di daxuyaniyeke çapemeniyê de behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Iraqê kir.

Suheyle Sultanî got, Tirkiye ji bo çêkirina baregehan, êrişî ser xaka Iraqê dike û dagir dike; ti maf û hinceta wê ji bo vê nîne. Sultanî got, Tirkiye nikare pişta xwe bide Peymana Lozanê, ji ber ku nikare careke din sînorên welatan xêz bike.

Di dewama daxuyaniya xwe de Suheyla got; “Divê ji bo rê li Tirkiyeyê were girtin, Iraq li dadgeha navnetewî ya cîhanê dozê li Tirkiyeyê veke. Herwiha divê ji Tirkiyeyê daxwaza tezmînata ziyanên di encama êrişên Tirkiyeyê de hatine kirin, bike.”

ROJNEWS/BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.