Îranê kolbereke jin qetilkir
Sêşem 26 Mijdar 2024 - 01:15
Li gorî nûçeyên di medyaya Rojhilatê Kurdistanê de hatin weşandin, kolbera jin a bi navê Pirşeng Qubad Zahirî ya 26 salî ya xelkê gundê Hane Germele ya ser bi navçeya Newsud a girêdayî Pawe, di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de bi giranî birîndar bû. Hat gotin piştî Pirşeng Qubad rakirin yek ji nexweşxaneyên Kirmaşanê, li wê derê jiyana xwe ji dest da.
Li gor heman nûçeyê Pirşeng zewicî ye, zarokek wê heye. Hat diyarkirin ku piştî kuştina Pirşengê, hêzên rejîma Îranê bav û birayekî wê jî binçavkirine. Li gorî daneyên malpera Kolbernewsê, di şeş mehên destpêkê yên îsal de 142 kolber li deverên sînor û rêyên di navbera parêzgehên Azerbaycana Rojava, Sine û Kirmaşanê de ji ber êrîşên rasterast ên hêzên rejîma Îranê, serma, teqîna mayînan û ketina ji kendalan de mirine yan jî birîndar bûne. Ji van 10 jê temenê wan di jêr 18 salî re ne.
NAVENDA NÛÇEYAN