Îradeya gel bînin ser şaredariyê

Çarşem 13 Adar 2024 - 00:38

  • Namzetê DEM Partiyê yê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn  got gel bi coşiyeke mezin hilbijartinê pêşwazî dike, dixwaze dawî li rêveberiya qeyûm bîne û îradeya gel dîsa were şaredariyê.

Namzetê şaredariya gel a DEM Partiyê yê Amedê Dogan Hatun bal bire ser coşiya gel a ji bo hilbijartinê, diyar kir ku ev coşiya hilbijartinê ya li Amedê tesîra xwe li ser bajarên Tirkiyê jî dike, li gel zext û zordariya polîsên Tirk jî ya li bara coşiya gel zêdetir dibe û ev coşî zext û zordariya dewleta Tirk dişkîne.

Hatun şaredariya qeyûm bi bîr xist, got ew dixwazin dîsa vîna gel bînin ser şaredariyê, gel qeyûm qebûl nekiriye û di serlêdanên gel de gelê Amedê ji wan re dibêje,’’ Destpêkê îradeya me ji nû ve bînin ser kar, piştre em ê li ser pirsgirêkên din biaxivin."

Em ê  ciwanan ji nav çiravê derxin

Hatun bi bîr xist ku di serdema rêveberiya qeyûman de xasma ji bo ciwanan polîtîkaya şerê taybet hatiye kirin, ciwan kişandine nav çirava madeyên hişbir, her wiha qeyûm bi zanebûn ziyan daye kanên debarê yê civakê û got,’’Em ê teqez li hemberî vê yekê têbikoşin. Dema ku me dest bi rêveberiyê kir, karê destpêkê yê ku em bikin wê ev be. Em neçar in ku ciwanên xwe ji çirava narkotîkê rizgar bikin."

Gelê me 8 sal in festîvalek neditiye

Dogan Hatûn bal bire ser dijberiya qeyûm a li ser çand û hunera Kurdan û got, "Gelê me dixwaze çand û hunera xwe careke din bi zimanê xwe pêk bîne ku ev yek ji bo me hemûyan hêvî ye. Gel 8 sal in festîvalek ji çand û zimanê xwe nedîtiye. Çalakiyeke hunerî nedîtiye. Bi hesreta vê yekê ye. Ev hesret jî veguheriye hêviyê ji bo me hemûyan. Gelê me baş dizane ku mejiyê qeyûm dixwaze çi bike. Zane ku qeyûm ji bo tunekirina ziman, çand û hunera wan, ji bo tunekirina qadên wan ên jiyanê heye. Hêvî û moralê me yê herî mezin jî ew e ku gelê me xwedî nêrîneke bi vî rengî ye."

Qeyûm kevneşopiyeke sedsalî ye

Dogan Hatûn işaret bi xisarên rêveberiya qeyûm a li qada civakî kir û got, "Qeyûm ne tenê dest daniye ser budçeya şaredariyekê. Qeyûm encama mejiyekî 100 salî ye. Kurdan kengî xwedî li ziman û çanda xwe derketin, bi îradeya xwe têkoşiyan, hingî bi êşkence û komkujiyan bend li pêşiya wan hate danîn. Vê yekê cara destpêkê di berxwedana Şêx Seîd de rû da. Rûspî, nivîskar, helbestvanên Kurdan hatin qetilkirin, yan jî hatin sirgûnkirin. Qeyûm mîrateya vî mejî ye."

Dek û dolabên li Amedê

Dogan Hatûn ragihand ku di serî de waliyên dewletê hemû saziyên dewletê li dijî DEM Partiyê dixebitin û got, "Em zanin ku bi hezaran leşker û polîs weke hilbijêr li 33 bajarên Kurdan hatine bicihkirin. Saziyên dewletê hemû û YSK jî di nava vî karî de ne. Li navçeyên Pasûr, Hênê, Hezro, Exîl, Pîran û Çinarê bi hezaran leşker û polîs weke hilbijêr hatine qeydkirin. Ji bo desteserkirina îradeya gel hîleyê dikin. Me çiqasî pêvajoya hiqûqî dabin destpêkirin jî mixabin pîvanên hiqûqê ji bo me derbas nabin.

Banga li hilbijêrên 33 bajaran

Bang li karkerên demsalî, xebatkarên li sektora înşaetê, xwendekaran û mirovên li xerîbiyê ne dikim; sîstem careke din bi hîleyê dixwaze îradeya me desteser bike. Bi veguhastina polîs û leşkeran, bi qeydkirina bi sedan leşker û polîsan li malekê stratejiyek ji xwe re diyar kiriye. Hûn li kîjan bajarî dimînin serî li rêxistinên me yên bajar û navçeyan bidin, em ê mesrefê rê bidin. Bi taybetî bang li hilbijêrên van 33 bajaran dikim. Em dixwazin îradeya gelê xwe careke din li vê derê bi cih bînin. Divê hûn jî bikevin bin bar."

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.