Li Xelfetî diziya eşkere

Sêşem 9 Nîsan 2024 - 00:11

Li Xelfetiya ku tevî dengên veguhestî û nelirêtiyan DEM Partî bû yekemîn, di nîvî şevê de hin malzemeyên şaredariyê hatin dizîn. 

Li Xelfetiya ku tevî 2 hezar û 500 dengên hatin veguhestin û nelirêtiyên namzetê AKP’ê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bû yekemîn, hevşaredar Saniye Bayram û Mehmet Karayilan dê îro saet 16.00’an de mazbatayên xwe bigirin.  

Beriya wergirtina mazbatayê bi dîmenên telefonê hatin kişandin ku ji şaredariya ku di bin rêveberiya AKP’ê de ye hin ewraq û malzeme tên dîzin.

Em ê gilî bikin

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, dîmenên heyî li ser hesaba xwe ya X’yê parve kir. Ocalan, dîmen bi van gotinan parve kirin: “Feraseta qeyûm di van saetan de li Şaredariya Xelfetiyê diziyê dike. Divê gelê me yê Xelfetiyê xwedî aqlekî selîm be. Dîmen hene. Em ê giliyê kesên ku malê gel didizin bikin.” 

Di dîmenan de tê dîtin ku di tariya şevê de kamyoneteke ku nêzî avahiya şaredariyê kirine ji aliyê 4-5 kesan ve hin evraq û malzeme tên barkirin.  

Wê hesab were pirsîn 

Bi sedan bikarhênêrên X’yê dîmenên heyî parvekirin û li ser şaredarê serdema beriya niha ku di sala 2016’an de weke qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin û namzetê AKP’ê Şeref Albayrak etîket kirin û peyam dan ku wê li pêşberî darazê hesab jê were pirsîn. 

Hevşaredar û endamên meclisa şaredariyê yên DEM Partiyê li ser vê yekê çûn avahiya şaredariyê û tespîtkirin ku kompîtur, cîhazên elektronîk û klasorên ku tê fikirîn aydê şaredariyê ne li wesayîtên sivîl hatine barkirin û dizîn. 

MA/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.