Paşeroj emanetî ciwanan e

Pêncşem 11 Nîsan 2024 - 02:55

  • Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît bal bire ser berxwedana bi pêşengiya ciwanan li Wanê hate kirin û got: Paşeroj, hebûn û destketiyên Kurdistanê emanetî ciwanan e.

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît beşdarî Medya Haber TV bû û encamên hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê nirxand. Hêlîn Umît destpêkê berxwedana li Îmraliyê silav kir û got:"Tecrîd bi rengekî giran dewam dike. Têkoşîna li dijî tecrîd, sîstema qirkirinê ya Îmraliyê jî bi xurtî dewam dike. Lewma di vê çarçoveyê de di nava sala 2024'an de pêşketinên girîng pêk hatin. Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê di vê çarçoveyê de bûn. Bi navê hevrêyên xwe rojbûna Rêber Apo pîroz dikim." 

Gelê Kurd gelê Rêbertiyê ye

Hêlîn Umît anî ziman ku Newrozeke gelekî bedew derbas kirin û got:"Newroza 2024'an bi rastî jî gelekî bi heybet bû. Her kes vê yekê dibêje, ne tenê tespîta me ye. Her kesên ku tevlî Newroza azadiyê bûne careke din silav dikim. Civaka Kurd li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên deh salan ên faşîzma AKP-MHP'ê mîna kulîlkên di biharê de şîn dibin vê biharê rabû ser piyan. Li hemû qadan dirûşma 'Bijî Serok Apo' bilind bû. Li çar parçeyên Kurdistanê jî bi vî rengî bû. Bi peyama nasnameya azad, rêbertiya azad tijî bû. Gelê Kurd di vê Newrozê de nîşan da ku gelekî azad e, gelê Rêbertî ye."

Li hemberî têkoşînê têk diçin

Hêlîn Umît ragihand ku dewleta Tirk 50 sal in li hemberî têkoşîna azadiyê têk diçe û got:"10 sal in faşîzma AKP-MHP'ê bi lîstikên Gladyo hewl dide li ser piyan bimîne. Di vê hilbijartinê de nekarîn vê bikin. Di dîroka Komara Tirkiyeyê de di polîtîkaya têkildarî Kurdistanê de guhertin qet nebû. Armanc timî tasfiye û îmha bû, meşandina siyaseta qirkirinê bû. Lê belê bi salên 2000'î re welê lê hat ku nikaribe êdî vê bimeşîne. Artêşa Tirk têk çûbû. Hêza xwe ya şerkirinê nemabû. Di rewşeke bi vî rengî de Erdogan û derdora wî hatin amadekirin û derxistin pêşberî Tevgera Azadiyê ya Kurd. Di sala 2015'an de ji ber ku êdî nekarî van polîtîkayan bimeşîne, di 7'ê Hezîranê de ji ber ku têk çû, polîtîkaya ku Tevgera Azadiyê ya Kurd li hemberî van polîtîkayên tasfiye û îmhayê nîşan da bandor li Tirkiyeyê kir, lewma fêhm kirin. Ji wê rojê ve Tirkiye bû welatekî welê ku her roj darbe lê dibe. Ev rastiya dîrokî divê bê dîtin. Di encamên hilbijartinên 31'ê Adarê de jî, ji sala 2015'an heta niha xeta berxwedanê ya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê nirx afirandin."

Rastiya gelê şerker nîşan da 

Têkildarî encamên hilbijartinên 31'ê Adarê Hêlîn Umît got:"Dipirsin bê di hilbijartinê de kî bi ser ket. Divê ev yek bê nîqaşkirin. Eşkere ye bê kî têk çû. Erdogan, faşîzma AKP-MHP'ê, Erdogan-Bahçelî têk çûn. Her hal hesabê vê têkçûnê dikin. Helwest û nerazîbûna gelê Wanê ya li hemberî destwerdana AKP'ê gelekî hêja bû. Mîna ku gelê Wanê jî got, wan rûmet, namûsa Tirkiyeyê jî rizgar kirin. Nîşan da ku hêza demokrasiyê ya bingehîn a Tirkiyeyê gelê Kurd e. Nîşan da ku gelê Rêbertî ye, rastiya gelê şerker nîşan da. Dayikekê di hevpeyvînekê de gotibû, 'Bila ciwanên me sax bin. Ciwanên me yên li kolanan li ber xwe didin, yên il Cîlo li ber xwe didin, yên li Zapê li ber xwe didin sax bin'. Yanî çavkaniya vê berxwedanê gelekî bedew îfade kir. Digot, 'Gelê Kurd êdî gelê berê nîne. Her kes dema dimeşe divê zanibe ku li ku disekine. Gelê Kurd êdî bûye yek'."

Xweparastin hebûn e

Di dewama axaftina xwe de Hêlîn Umît diyar kir ku divê ev asta hatiye bidestxistin neyê lawazkirin û got:"Paşeroj û hebûna Kurdistanê emanetî ciwanan e. Destketî emanetî ciwanan e. Hîn bêhtir radîkal bibin. Bêyî xweparastinê hebûn nabe. Nabe ku em parastina xwe radestî hêzeke cuda bikin. Kî parastinê bike ew ê bibe xwedî îrade. Divê keç û xortên Kurd li ser xeta parastinê xwe bi rêxistin bikin, heta ji wan bê tevlî nava refên gerîla bibin. Heta ji wan bê li bajaran yekîneyên xweparastinê bi rêxistin bikin, di vê mijarê de xwe xweser bibînin, yekîneyên xwezayî ava bikin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.