IPPNW’ê xwest OPCW lêpirsînê bike

Pêncşem 13 Cotmeh 2022 - 03:27

Yekîtiya Bijîjkên Navneteweyî li dijî Şerê Nukllerî (IPPNW) derbarê bikaranîna çekên kîmyewî bi destê dewleta Tirk, raporek amade kir. Di raporê de wê got; “Delîl hatin bidestxistin, bila lêpirsîn were destpêkirin.”

Ji rêxistinê Dr. Josef Savary û Dr. Jan van Aken li ser navê IPPNW Swîsreyê raporek nivîsandin û diyar kirin ku Wezîrê Parastinê yê YTrk Hûlûsî Akar diyar kiriye ku wan di dema operasyonên li dijî PKK’ê de gaza rondikrêj bi kar aniye û got, “Ev tê wateya binpêkirina Peymana Çekên Kîmyewî û divê civaka navneteweyî vê rewşê bişopîne.”

Heyeta IPPNW Swîsre û Elmanyayê di 20-27’ê Îlona 2022’yan de çûbû Başûrê Kurdistanê. Heyetê diyar kir di serdanê de wan hinek delîl bi dest xistine ku artêşa Tirk di hinek waran de Peymana Çekên Kîmyewî binpê kiriye.

Di nav delîlan de ev hene: Li qadeke ku êdî kes lê tine artêşa Tirk ji bo hilberandina klorê konteynirên hîdroklorîk asît û ya dermanê kincan bi kar aniye. Di heman demê de qutiyên maskeyên gaza yên ji bo parastina ji çekên kîmyewî jî hene. Heyetê di rapora xwe de qala dîmenên bi çekên kîmyewî jî kir. Di van dîmenan de leşkerên Tirk cîhaza ji bo şandina gazê ya ber bi şikeftekê de, amade dikirin.

 

PDK’ê astengî derxist

Di raporê de hate diyarkirin ku PDK’ê heyeta ji çar kesan a IPPNW’ê asteng kiriye û ji ber vê, heyetê nekariye bi mexdûrên êrîişên kîmyewî re hevdîtinê bike. Di raporê de hate gotin, “Heyetê bi endamên parlementoyê, saziyên civaka sivîl, aktîvîstên civakî, bi gelek kes û saziyan re hevdîtin kiriye. Derbarê îddîayan li ser komek vîdeo û wêneyan jî hate sekinandin.”

Di raporê de hat bibîrxistin ku Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar di daxuyaniyekê de li xwe mikur hatibû ku li Garê di dema êrişekê de ‘gazeke rondikrêj’ bi kar anîne. Di raporê de ev tişt jî hate gotin “Gaza rondikrêj dikare ji bo kontrola serhildanên xwepêşandanan were bikaranîn lê li gorî Peymana Çekên Kîmyewî nabe ku li qadeke leşkerî were bikaranîn.”

Di raporê de wekî din hate gotin, “Di sala 1999’an de li Elmanyayê jî hinek analîz hatibûn kirin û hatibû îspatkirin ku artêşa Tirk di têkoşîna li dijî PKK’ê de gaza rondikrêj bi kar tîne. Hatiye tespîtkirin ku artêşa Tirk di sala 2010’an de bombeyên gaza rondikrêj a di kategoriya leşkerî de hilberandine û ev tê wateya binpêkirina Peymana Çekên Kîmyewî. Derketiye holê ku di sala 2004’an de jî leşkerên Tirk li qadên leşkerî perwerdehiya gaza rondikrêj wergirtine.”

Di raporê de balê dibin ser vî tiştî hinek şop û delîl hene ku artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê li dijî PKK’ê çekên kîmyewî bi kar aniye û hate gotin di payîza 2021’ê de li Werxelê piştî şer li herêmê bîdonekî 30 lître yê asîta hîdroklorîk û bîdonekî 5 lître ya dermanê kincan hatiye tespîtkirin. Li gorî heyetê ev madde dikarin ji bo hilberandina klorînê werin bikaranîn.

Heyetê bal bire ser qutiyên maskeyên gazê yên ku leşkeran li pey xwe hiştine û got, “Li ser qutiyan nivîsa C2A1 heye. Ev pirs derdikeve holê ku leşkerên Tirk çima xwe ji madeyên kîmyewî biparêzin. Hikûmeta Tirk heta niha PKK sûcdar nekiriye û negotiye ku PKK li Bakurê Iraqê çekên kîmyewî bi kar anîne.”

Di raporê de hate diyarkirin, ji ber gumanên ku artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar anîne, divê OPCW lêpirsîneke serbixwe bide destpêkirin.

Heyetê ji bo kesên êrişan bandor li wan kiriye jî bang li Rêxistina Tendirustiyê ya Dinyayê kir da ku alîkariya tibî bide van.

 

NY IPPNW nas dike

IPPNW ji partiyên siyasî serbixwe ye û ji 64 welatan bi dehhezaran doktor, xwendekarên tibê, xebatkarên sihetê endamên wê ne. Neteweyên Yekbûyî (NY) IPPNW´ê nas dike.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.