Xoşnav Ata ku xwarzêyên wî Mîhrîban û Gulperîn Ata yên gerîlayê HPG’ê di êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, ji 5'ê Tebaxê ve li bajarê Den Haagê yê Hollandayê li ber Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) nobetê digire. Çalakiya Xoşnav Ata di roja 288’an de dewam dike.
Daxwazên me mirovî ne
Endama Defend Kurdistan, Linda Weerts û şandeyeke ji Başurê Kurdistanê, beşdarî civîna Neteweyên Yekbûyî ya derbarê OPCW´ê de bibin. Ew çûn serdana çalakiya Xoşnav Ata. Şandeyê derbarê çalakiya wî de agahî ji Ata wergirt û got, ew ê mijarê li Neteweyên Yekbûyî bi pirsan bînin ziman.
Ata, malaviya heyetê kir ji bo serdanê û got, “287 roj demeke pirr dirêj e. OPCW di vê demê de ti axaftin nekiriye yanjî ti bersiv li ser daxwazên me nedaye. Berê me bi Neteweyên Yekbûyî re, bi Rêxistina Efûya Navneteweyî re, li Parlamena Ewrûpayê re hevdîtin kiribûn. Parlamena Ewrûpayê îmzeyên berhevkirî yên li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî gerîla ji OPCW’ê re şandin. Daxwazên me mirovî ne. Dewleta Tirk ji sala 2021’ê ve li erdnîgariyên cuda yên Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne. Du xwarzêyên min ji ber van çekên kîmyewî şehîd bûn. Ji ber vê yekê min biryara çalakiyê da. Nêzîkî salekê ye, em daxwazên xwe li pêşberî OPCW´ê tînin ziman. OPCW´ê heta niha bersiv nedaye daxwazên me. Serdanên wiha girîng in û divê dewam bikin. Em ji serdanê hêzê digrin.”
ANF/DENHAAG