Bi Efûya Navneteweyî re rûnişt

Nûçeyên Dîaspora

În 17 Sibat 2023 - 15:45

Xoşnav Ata ku ji ber du biraziyên wî bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi mehan e li ber avahiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) çalakiyê dike, hat Swîsreyê û li Neteweyên Yekbûyî dest bi hevdîtinan kir.

Ata bi rayedarên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AÎ) re rûnişt. Di hevdîtinê de Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya CDK-S Asmîn Engîn û Hevserokê berê yê KESK'ê Lamî Ozgen jî li gel Ata amade bûn.

Dewleta Tirk sûcê şer dike

Ata li ofîsa Bernê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi Anita Streule re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Ata xwest ku mijara bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolîn û got, "Du biraziyên min ji ber çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk bi kar anî, şehîd bûn. Di mijara sûcên şer û mafên mirovan de dewleta Tirk 50 sal in sûcên li dijî mirovahiyê dike. Bi dîtina min rêxistinên mafên mirovan divê di vê mijarê de bi rola xwe rabin. Van saziyan heta niha erk û berpirsyariya xwe mixabin bi cih neanîn."

Em îdîayan ji nêz dişopînin

Ji bo pêşî li bikaranîna çekên kîmyewî bê girtin, heyetê ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî xwest ku karekî hevpar bi wan re bike û dosyayek ji dane û belgeyên li ser bikaranîna çekên kîmyewî pêşkêş kir. Rayedara Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Anita Streule di hevdîtinê de diyar kir ku ew ê daxwazên heyetê bişopînin û got, "Em nûçeyên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji nêz ve dişopînin. Dosyaya ku we daye em ê bigihînin cihên pêwendîdar û bişopînin."

ANF/CENEVRE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.