Wekîlên Ewrûpî banga lezgîn kirin

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 27 Nîsan 2023 - 15:39

Endamên Parlamena Ewrûpayê (PE) bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kir da ku agahiyên li ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî bi lez lêbikole.

Parlamenterên ji komên cuda yên PE'yê got, "Pêwîstî bi wê yekê heye ku îdîayên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve li Herêma Kurdistanê ya Iraqê, bi rengekî lezgîn bê lêkolîn" û name ji OPCW´ê re şandin.

Endamên PE'yê dîmenên piştî êrişên dewleta Tirk, lêkolînên rojnamevanan ên li Başûrê Kurdistanê, lêkolînên Rêxistina Doktorên Serbixwe ya ji bo Pêşîgritina li Şerê Nukleerî (IPPNW) û mikurhatina rayedarên dewleta Tirk ên li ser bikaranîna gaza çavan dişewitîne, pêşkêşî OPCW´ê kir.

Nameya parlementeran bi vî rengî ye:

"Weke endamên Parlamenta Ewrûpayê, îdîayên cihê baweriyê yên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve li Herêma Kurdistanê ya Iraqê û nekirina lêpirsîneke serbixwe me dixe nava tirs û fikarên mezin. 
Peymana Çekên Kîmyewî, bi taybetî li gorî ku di malpera we de cih digire, ji sedî 98 ê cîhanê -çar welat ne di nav de- di bin parastina vê peymanê de ye, ku ev yek destketiyeke girîng e. Lê belê tecrûbeya Kurdan nîşan dide ku çarçoveya ji sedî 98 jî gerdûnî nîne. Parastin bi wê yekê ve girêdayî ye ku divê dewleteke we hebe, ji bo li ser navê we biaxive. Kurd ne xwedî dewlet in ku daxwazeke bi vî rengî bikin.

Pêwîstî û şertê daxwaza dewletekê rihê bingehîn ê vê Peymanê binpê dike, gerdûnîbûyîna wê ku gelekî girîng e înkar dike û ji bo afirandina cîhaneke ji çekên kîmyewî dûr, hewldanan asteng dike.

Dîmen û belge hatin weşandin

Artêşa Tirk bi xwe qebûl dike ku di şerê li dijî PKK’ê de bi taybetî li Bakurê Iraqê gazên çavan dişewitîne bi kar tîne, ku ev gaz bi Peymanê hatiye qedexekirin. Rojnamevanên ku piştî êrîşên kîmyewî yên bombardûmana Tirk bi sivîlên xwecihî re axivîn, ku îdîa dikirin semptom bi wan re çêbûye, raporên bi fikar weşandin. Dîmenê welê hene ku nîşan didin, leşkerên Tirk xortûman dixin nava tunelên ku şervanên PKK'ê tê de bûn. Her wiha dîmen hene ku nîşan didin 2 gerîlayên Kurd êşa mirinê dikişînin.

Heyeta IPPNW’ê hat astengkirin

Van dîmenên dawî Seroka Yekîtiya Tabîbên Tirk Prof. Şebnem Korûr Fîncanci îqna kir ku xwest mijar bi rengekî serbixwe bê lêkolîn, lê belê dema ku ev yek anî ziman hate girtin û vê yekê jî nîşan da ku Tirkiye xwedî hin tirsan e ku pêwîstiyê bi veşartinê dibîne. Her wiha delîlên di asta duyemîn de jî hene yên weke konteynirên kîmyewî û qutiya maskeya gazê. Dema ku ev dane hatin komkirin, Rêxistina Doktoran a Serbixwe ya ji bo Pêşîgirtina li Şerê Nukleerê (IPPNW) têrker dît ku banga lêpirsîneke serbixwe bike. Wan bi xwe hewl dan ku mîsyoneke lêpirsînê bimeşînin, lê belê dema xwestin biçin herêmê û bi sivîlên ketin bin bandora mijarê hevdîtinê bikin, hatin astengkirin.

Çi ji destê me bê em ê bikin

Daneyên ku me jorê bi bîr xistin ji bo we gelekî naskirî ne, lewma divê hûn zanibin ku pêwîstiya bi lêpirsîneke serbixwe ya li herêmê bi lezgînî heye. Bêguman em nikarin encama lêpirsîneke bi vî rengî texmîn bikin, lê belê eger nîşan bide ku Tirkiyeyê bi rastî jî çekên kîmyewî bi kar aniye, hingî ev yek wê bibe gava destpêkê ya girîng a ji bo rizgarkiriya ji çekên kîmyewî. Em weke nûnerên Ewropî yên hilbijartî ji bo xwe weke wezîfeyê dibînin ku vê rewşa metirsîdar destnîşan bikin û ji bo lêkolînkirineke rast a li ser mijarê çi ji destê me bê bikin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.