OPCW'ê protesto kirin

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 2 Mijdar 2022 - 03:24

  • Li Den Haagê Kurdan û dostên wan bêdengiya dewletên Ewrûpî û nexasim jî ya OPCW´ê beramberî bikaranîna sîlehên kîmyewî li dijî hêzên Kurdistanê şermezar kir û xwest dewleta Tirk bê dadgehkirin. 

MURAT MANG/DEN HAAG

 

Kurdan û dostên wan li Den Haagê, li dijî êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk, OPCW protesto kirin ji ber ku ne dengê xwe dike, ne jî mijarê lêdikole.

Kurd û dostên wan li bajarê Hollandayê Den Haagê, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ya ku li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker bêdeng dimîne, şermezar kirin.

Çalakî li ser banga Kongreya Civakên Kurdistanî li Ewrûpayê (KCDK-E) bi hevkariya ADGB, rêxistinên bîr û baweriyan, rêxistinên Kurdistanî, rêxistinên ciwan û jinan hat lidarxistin.

Bi dirûşmeyên, “Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê li dijî Kurdan rawestînin” û “OPCW çima lêkolînê nake?” OPCW tê protestokirin, ji ber ku li hemberî êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li dijî gerîlayên Kurdistanê, bêdeng dimîne.

Meşa doh bi rêzgirtina ji bo gerîlayên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne, dest pê kir.

Xoşnav Ata yê ku bi mehan e li ber avahiya OPCW’ê çalakiya rûniştinê li dar dixe, bi pankarta “Dewleta Tirk bi çekên kîmyewî xwarziyên min qetil kirin” li refê pêşiyê yê meşê cihê xwe girt. Di refê pêş de wêneyên 17 gerîlayên bi sîlehên kîmyewî hatine şehîdkirin jî hatin hilgirtin. Pirraniya xwepêşanderan jin bûn û wan gelek caran sloganên “Erdoganê terorîst ji Kurdistanê biceheme”, “Zap, Avaşîn, Metîna bijî berxwedana gerîla” gotin.

Xwepêşander bi pankartên, “OPCW, bêdeng nemîne, lêkolînê bike û ji bo ku çekên kîmyewî bi kar neyîne, Tirkiyeyê rawestine” meşa xwe dewam kir.

 

Çalakiya rûniştinê li ber şaredariyê 

Di dema meşê de li ber şaredariya Den Haagê jî çalakiyeke rûniştinê hat li dar xistin. Li vir, şanoyeke kolanan a li ser hovîtiya şerê kîmyewî yê dewleta Tirk li dijî gerîlayên Kurdistanê, hat nîşandan. Xwepêşanderên ku kîsên spî li xwe kirin, ev tiyator kirin. Di dema şanoyê de gazên zer hatin berdan û pê re jî xwepêşanderan xwe li erdê dirêj kir û li erdê dirêjkirî man. Wan wiha bal bire ser şerê kîmyewî yê li dijî Kurdistanê. 

 

Divê Erdogan bê dadgehkirin

Yadê Arîn a 61 salî ji Êlihê ye, ji bajarê Elmanyayê Wesselê tevlî çalakiyê bûye. Ew dayikeke şehîdan e. Ew nerazîbûna xwe ji bêdengiya hêzên navneteweyî wiha îfade dike: “Dagirker li çar parçeyên Kurdistanê faşîzma xwe dewam dikin. Niha Kurd bûn yek, bangên xwe dikin, lê hêzên navneteweyî bêdeng in. Doh ew sîlehên kîmyewî avêtin Helebce, îro diavêjin Zapê, wan ev sîleh firotin Tirkan. Divê em Holanda û dinyayê rakin ser piyan û bikin ku Erdogan li dezgehên navneteweyî bê dadgehkirin.” 

Melîha Kahraman jî ji bajarê Elmanyayê Wuppertalê tevlî çalakiyê bûye. Ew bi bîr dixe ku ev hovîtî li dijî mirovahiyê hemûyî ye û ne tenê Kurd, lê dinya hemû divê li ber vê rabe. Nerazîbûna xwe jî bi van gotinan tîne ziman: “NATO û Ewrûpa van sîlehên kîmyewî difiroşin. Çima gava ev sîleh li dijî Kurdan tên bikaranîn ne qedexe ne.”

 

Li dijî Tevgera Azadiyê ye

Piştî meşê mîtîng hat lidarxistin û di mîtîngê de Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmed Karamus jî peyivî. Ahmed Karamus jî got, dewleta dagirker bi desteka NATO û gelek welatên Ewrûpayê sîlehên kîmyewî bi kar tîne û wiha axivî: “Dewleta Tirk bi sîlehên ku navneteweyî qedexe ne, êrişî gelê Kurd dike. Dinya hemû li hemberî vê bêdeng e. Di van êrişan de bi dehan şervanên azadiyê hatin qetilkirin. Bi sedan ji wan birîndar bûn. Bi sîlehên kîmyewî xwezaya Kurdistanê qetil kirin. Hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe cesaretê didin dewleta Tirk û ew jî êrişên xwe zêde dike. Bi hevkariya PDK’ê û helwêsta hikûmeta Iraqê, dixwaze Tevgera Azadiyê tesfiye bike. Bêdengiya beramberî van êrişan hevkariya sûc e.”

 

Daxwazên KNK´ê

Ahmed Karamus di axaftina xwe de ev daxwazên KNK’ê jî kirin rêz:

* Divê ji ber bikaranîna sîlehên kîmyewî û sûcên şer Tirkiye bê şermezarkirin.

* Divê OPCW û saziyên tibî yên navneteweyî li deverê lêkolînekê bidin destpêkirin.

* Divê boykota siyasî, dîplomatîk û firotina sîlehan li dijî Tirkiyeyê dest pê bike. 

* Dîwana Edaletê ya Laheyê lazim e Tirkiyeyê ji ber sûcên wê yên şer dadgeh bike.

Di mîtîngê de wekî din li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê (TJK-E) Dilşah Osman, hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, Kampanyaya Azadî ji Ocalan re ya li Ingilîstanê û Koalîsyona li dijî Sîlehên Kîmyewî li Kurdistanê John Hunt û Kolektîfa Navneteweyî û Platforma Piştgiriyê Nick Rimart jî peyivîn.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.