Çavên xwe ji van sûcan re girtine

Duşem 31 Cotmeh 2022 - 02:30

  • Pisporê çekên kîmyewî Dr. Abbas Mansouran diyar kir ku ji vîdeoyan xuyaye, dibe ku artêşa Tirk bombeyên kîmyewî yên mîna cyclosarin (GF), klorofîn, sulfur mustant (SM), tabun (GA), sarîn (GB) û fosfora spî û her wiha gazên metalên giran ên tungsten, bombeyên jehrê yên siyanonîk bi kar anîbin. 

CÎHAN BÎLGÎN/ANHA/QAMIŞLO

 

 

Dr. Abbas Mansouran 2 caran ji bo lêkolînkirina delîlên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk di êrişên li dijî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de, hatibû Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Dr. Abbas Mansouran ku di salên 1980'yî de di dema şerê Iraq-Îranê de li 'beşa birînên ji ber şewatê' dixebitî, bû şahidê dîmenên tirsnak ên sûcên şer.

Dr. Abbas Mansouran diyar kir ku dîmen û belgeyên derbarê êrişên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de derketin holê, delîlên zelal ên sûcekî li dijî mirovahiyê ne ku kîn û hêrsa her kesî zêde kiriye.

Mansouran diyar kir ku dewleta Tirk bi taybetî li Herêmên Parastinê yên Medyayê çekên kîmyewî bi kar tîne û got: "Dema mirov ji aliyê klînîk ve li van dîmenên sûc dinêre, em dikarin bêjin ku bi gaza jehrî ya ku bandoreke kujer li ser sîstema rehikan û bêhngirtinê dike, li mexdûran xistine."

Mansouran bi bîr xist ku çekên kîmyewî yên qedexekirî li dijî şervanên azadiyê û sivîlan ji sala 1993'yan ve ji aliyê artêşa Tirk ve tên bikaranîn û destnîşan kir ku êrişên di nava çend mehên dawî de ne mîna êrişên din in.

Dr. Abbas Mansouran got: "Di salên dawî de kiryarên şerê kîmyewî û êrişên bi gazê bûye taybetmendiyeke şer a dewleta Tirk. Tevî ku di dawiya salên 1930'î de ji aliyê Naziyan ve hat kifşkirin jî, dibêjin li qadên şer tu carî gazên rehekan (sinir) bi kar neynin. Sarîn wek çekeke komkujiye hat hesibandin. Gaza sarîn bi awayekî biêş dikuje. Beriya kuştinê, difetisîne. Hilberîna sarînê wek çekekê ji sala 1993'yan ve tevî ku qedexe ye, didome. Sarîn bi giranî bandorê li sîstema rehekan a laş, masûlkeyên xwêdan û tifê kontrol dikin, bêhnê û tevgerê dike."

Mansouran diyar kir ku teknolojiya dewleta Tirk têra hilberîna gazên jehrî û bombeyên kîmyewî yên qedexekirî dike û wiha dewam kir: "Nayê înkarkirin ku artêşa Tirk çekeke kîmyewî bi kar bîne. Bikaranîna ‘VX’yê nikare bê înkarkirin. XV, çekeke kîmyewî ya herî kujer e. Piştî ku ev gaz hate bêhnkirin, ji nişka ve masûlkeyên bêhndanê teng dibin, mexdûr kapasîteya nefesê winda dike. Masûlkeyan req dibin, piştî girtina hilmijê, ji ber fetisînê êşeke giran çêdibe."

 

Vîdeo çi dibêje?

Mansouran li ser vîdeoyên HPG’ê belav kirî ku tê de xuya dibû dewleta Tirk kîmyasal bi kar tîne, wiha peyivî: ''Di êrişên dawî de artêşa Tirk bi îhtimaleke mezin bombeyên kîmyewî yên cuda yên wekî Cyclosarin (GF), klorofîn, sulfur mustant (SM), Tabun (GA), Sarîn (GB) û fosfora spî, her wiha tungsten a metala giran, bombeyên jehrî yên Cyanogenik bi kar anîne.''

Mansouran xuya kir ku divê bi rengekî rast cureyê bombeya gazê ya jehrî were diyarkirin û madeyên kîmyewî yên hatine bikaranîn ji nêz ve bên lêkolînkirin û got: "Ax û cihê ku ev bombe lê bikaranîn û hemû tiştên ji van bombeyan mane, divê bên lêkolînkirin. Diyarkirina pêkhateya bombeyan ne zehmet e.”

 

Ji bo berjewendiyan hemû sûc dikin

Dr. Mansouran diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên din ên mafên mirovan van sûcan paşguh dikin, bi rengekî cesaret dane dewleta Tirk ku van sûcan bike.

Mansouran wiha pê de çû: "Tirkiye endama NATO'yê ye û NATO jî endama herî girîng ê NY’yê ye. Ji ber têkiliyên kapîtalîst e ku ji bo domandina desthilatdarî û serdestiya siyasî polîtîkayên aborî û dermirovî bimeşîne. Kapîtalîstên global di van têkiliyan de ji bo berjewendiyan hemû sûc dikin. Ji bo pere û sermayeyeke zêdetir bi dest bixin, her sûcî dikin. Di pêvajoya krîza sermayeyê de, şer û faşîzm û sûcên li dijî mirovahiyê di nav çareseriyên kontrolkirina krîzê de ne. Kapitalîst tu carî nikarin van krîzan çareser bikin, tenê ji bo demekê dikarin bi alîkariya sûc kontrol bikin ku kûrtir û dijwartir dibin. Hilberandina çekan, firotina wan û derxistina şer, di nava van tedbîran de ne."

 

Derewên wan li Serêkaniyê derketibû holê

Têkildarî sûcê bikaranîna fosfora spî di dagirkirina Serêkaniyê de di Cotmeha 2019'an de, Abbas Mansouran destnîşan kir ku gelek belge hene ku dewleta Tirk sûcê şer kiriye.

Mansouran diyar kir ku tevî hebûna delîl û belgeyên sûc, dewleta Tirk hê jî nayê darizandin û got: "Bikaranîna van çekan binpêkirina peymanên navneteweyî û peymanên Konseya Ewlehiyê ya NY’y ye. Delîl, vîdeo, wêne, belge û delîlên din nîşan didin ku Tirkiye van çekên qedexekirî li gundewarên ser bi navçeya Serêkaniyê û Girê Spî bi kar anîne. Rapora berfireh a ji 19 rûpelan pêk tê ku ji aliyê Însiyatîfa Parêzvanên Mafên Mirovan a Rojava ve hat amadekirin, di 27'ê Çileyê de li Parîsê hat ragihandin û piştre di 10'ê Çileya 2020'an de ji Komîsyona Mafên Mirovan a Navneteweyî re hat şandin. Lêkolîna laboratuarê ya li Swîsreyê hat kirin, derket holê ku Tirkiyê di Cotmeha 2019'an de di êrişên dagirkeriyê yên li ser Serêkaniyê de fosfora spî bi kar aniye.”

 

Raporên navneteweyî

Mansouran hin delîlên hatine bidestxistin wiha rave kir: "Raporên medyaya navneteweyî di sala 2019'an de li seranserê cîhanê hatin belgekirin û nîşandan, tevî raporên li ser lêkolînên klînîk û encamên laboratuarê yên li Swîsreyê, hevpeyvîn û dîmen, navên qurbaniyên mirî û birîndar û şiklên wan, nûçeya rojnamevan Anthony Loyd ya di The Times of London de û gelekên din. Me wek tîmeka tenduristiyê û nûnerê Komîteya Yekem a bergirîya di ber mafên Rojava de, gelek belge pêşkêş kirin û me bi awayekî fermî ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) xwest. Tenê bi nivîskî bersiv dan ku li gorî vê organîzasyonê çekeke kîmyewî ya hatiye qedexekirin, fosfora spî ye.

Tevî van belgeyên zelal Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên ku îdiaya parastina mafên mirovan dikin, ji bo şermezarkirina hikumeta Tirkiyê û rêgirtina li pêşiya berdewambûna van sûcan gaveke herî biçûk jî neavêtiye.”

 

Astengiyên PDK çêdike

Mansouran destnîşan kir ku dewleta Tirk bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re sînordar nîn e, lê belê heman sûcan di xaka Başûrê Kurdistanê jî de dubare dike û li pişt hemû cureyên hevkariyê siyaset û berjewendiyên hevbeş hene.

Mansouran bi bîr xist ku PDK'ê destûr neda Komîteya Ewrûpayê ku 27'ê Îlonê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Başûr, hewl da derbasî gundê Hirorî yê Kanîmasiyê bibe û got: "PDK heke dixwaze bi Kurdan û gelên bindest, raya giştî û dîrokê serbilind be, divê çekê hilde ser milê xwe û destê aştî, dostanî û biratiyê dirêjî Kurdan û komên din ên etnîk bike. Tê payîn ku navekî serbilind di dîrokê de bihêlin."

 

Bêyî garantiyeke bi vî rengî, ne pêkan e

Mansouran da xuyakirin ku heyetan gelek caran xwestiye biçin herêmê lê her carê pêşî li wan hatiye girtin û got: "Tecrubeya me nîşan daye ku bêyî hevkariya rayedarên herêmî yên Hewlêrê, rêwîtiyeke pisporan a ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî, nikare pêk were. Divê ev panel bi pisporên NY’yê, saziyên mafên mirovan û pisporên OPCW’ê re be û ji bo ku sazîyên têkildar lêkolîneke serbixwe bikin. Bêyî garantiyeke bi vî rengî, ne pêkan e ku encama tê xwestin bi dest bixe. Li aliyê din NY û saziyên din ên pêwendîdar bê deng dimînin û çavê xwe ji van sûcan re girtin. Ev heyet gelek caran hatin xwestin, lê bi awayekî NY'yê peywira xwe paşguh kiriye."

Mansouran got divê bi lezgînî biçin Herêmên Parastinê yên Medyayê ku çekên kîmyewî lê tên bikaranîn wiha axivî: "Ji bo belgekirina sûcên bikaranîna çekên kîmyewî yên li Başûrê Kurdistanê, divê bang li saziyeke serbixwe bê kirin. Em daxwaz dikin ku Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY’yê, civaka navneteweyî û dadgehên navneteweyî yên azad û serbixwe di vê mijarê de bê deng nemînin."

 

Mîna dadgeha Bertrand Russell

Dr. Abbas Mansouran diyar kir ku ji bo darizandina dewleta Tirk divê tavilê dadgeheke mîna dadgeha Bertrand Russel bê avakirin û wiha lê zêde kir: "Em dixwazin Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan, civaka navneteweyî û dadgehên navneteweyî yên azad û serbixwe li hemberî van sûcan bê deng nemînin. Divê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî û Dîwana Edaletê ya Navneteweyî berpirsyariyên xwe bi cih bînin û lêpirsîneke aşkera bikin. Li dijî dewleta Tirk û hevkarên wê tedbîrên pêwîst bigirin. Ji bo rawestandina bombebaranê divê zext li Tirkiyê were kirin. Ji bo seferberkirina raya giştî û dilxwazên azadiyê yên cîhanê, divê dadgehên mîna dadgeha Bertrand Russell ku di salên 1970'yî de li dijî sûcên şer ên Emerîkayê hatibû vekirin, ji bo darizandina sûcdarên şer bê avakirin. Divê cîhan bertekê nîşan bide. Divê hikumeta Tirk dest ji destwerdana xwe ya leşkerî û dagirkirina Iraq û Sûriyê berde.”

 

Dadgeha Bertrand Russell çi tişt e?

Dadgeha Sûcên Şer a Navneteweyî ku gelek caran wek ‘Dadgeha Russell’ tê binavkirin, bi serkêşiya fîlozofê Ingilîz Bertrand Russell hate avakirin da ku sûcên şer ên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yên li Vîetnamê lêkolîn bike û ji cîhanê re eşkere bike. Dadgeh di sala 1966'an de ava bû û di sala 1967'an de li Stockholm û Kopenhagenê darizanin lê çêbûn. Dadgeha Russell ji nûnerên 18 welatan pêk dihat, her çendî di qada navneteweyî de gelekî bal kişandibe jî, li DYA'yê wek saziyeke alîgir hate qebûlkirin û hewl dan paşguh bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.