Îmralî ji dojehê û wêde ye

În 2 Hezîran 2023 - 00:22

  • Ji endamên Heyeta Îmraliyê, profesor Denis O’Hearn got, sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê loi dinyayê di warê hovîtiya hepsan de bê nimûne ye. Wî ji bo teşbîhê jî got, sîstema Îmralî ji Hepsên Tarî û wêde ye. 

EREM KANSOY/REYKJAVIK

 

Denis O’Hearn li Zanîngeha Texasê pisporê girtîgehan e. Ew sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê şiband hepsên SuperMax ên ku weke “dojeha li dinyayê” tên binavkirin. Wî got, “Nabe ku Ocalan li Girava Îmraliyê ji xelkê veşêrin. Divê kirinên li wir bên eşkerekirin û ronîkirin. Ne tenê li Tirkiyeyê, li temamê dinyayê divê tiştên anîne serê Ocalan bên zanîn û bihîstin.” Wî bang li Ewrûpayê kir da ku bêdengiya xwe ya li ser meseleyê bi dawî bike. 

Rêber Abdullah Ocalan ev 24 sal in li hepsa li girava Îmraliyê tecrîdkirî tê ragirtin. Ji 25'ê Adara 2021'ê ve ji axaftina wî ya çend deqîqeyî ya bi Mehmet Ocalan re, ti agahî ji Ocalan nayê girtin. Daxwaza parêzeran a hevdîtinê jî timî cezayê betalkirina hevdîtinê tê redkirin. Hîna nû eşkere bû ku li Ocalan cezayekî nû yê hevdîtinê yê 6 mehan hatiye birrîn. 

Herî dawî, 11'ê Gulanê Heyeta Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî çûbû Stenbolê, bi Buriya Hiqûqê ya Sedsalê û gelek sazî û dezgehan re hevdîtin kirin. Endamên heyetê paşê tevlî Civîna Bilind a Konseya Ewrûpayê ya 16'ê Gulanê ya li Îzlandayê bûn. Wan li vir tecrdkirina Ocalan û doza azadiya wî ya fizîkî bire rojevê. 

Yek ji endamên heyetê jî profesorê civaknasî û antropolojiyê yê Zanîngeha Texasê, Denis O’Hearn bû. Denis O’Hearn lêkolînên berfereh li ser sîstema hepsan a li Îrlandaya Bakur kirine. 

 

Tişta herî nêzî Îmraliyê dojeh e

Denis O’Hearn li ser mijara tecrîdkirina Ocalan û sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê ji me re peyivî. O’Hearn li ser hepsên ewlekariya bilind ên li dinyayê herî şidandî “SuperMax”an xebitiye. Denis O’Hearn dibêje, ti nimûneyên sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê li dinyayê nîne û wiha dewam dike: “Tişta ku ez herî nêzîkî sîstema tecrîdê ya Îmraliyê û rewşa nebûna mutleq a agahîwergirtinê dibînim, ew hepsên tarî yên bi navê SuperMax in. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ew piştî şerê li Iraqê hem li Iraqê û hem jî li Emerîkayê bi pêş xistibûn. Tecrîda mutleq ya van 2-3 salên dawiyê ya li dijî Ocalan û rewşa bi temamî negirtina agahiyan, min li ti welatê din nedîtiye.”

 Ji bo hepsên SuperMax jî ew dibêje, “Mekanê van hepsan dihat veşartin. Derfeta min çêbû bi çend kesan re yên ku di van hepsan hatin ragirtin, bipeyivim.”

Herçî sîstema Îmraiyê ye, ew dibêje, “li ti dera dinyayê astengkirina hevdîtinên bi parêzer û malbatê re, yan jî rewşeke dişibe vê ya qutkirina mutleq a agahîwergirtinê nîne.”

 

Cihê şermê ye

Denis O’Hearn bi bîr dixe ku DYE û welatên rojavayî, “Îro roj ji Hepsên Tarî (SuperMax) şerm dike, ji ber wê li ser wan napeyivin. Lê herçî Tirkiye ye, ji ber sîstema Îmraliyê şerm nake, bi awayekî eşkere, bêyî ku şerm bike, vê sîstemê dewam dike.”

 

Cotstandartên Ewrûpayê

O’Hearn îşaret bi bêdengiya sazî û dewletên rojavayê dike û dibêje, “Her kes tiştên tînin serê Ocalan dibîne, lê kes dengê xwe nake. Bi ya min ev cotstandart in. Lazim e ji ber tiştên ku tîne serê Ocalan, ew ceza û mueyîdeyan li ser dewleta Tirk ferz bikin. Li gorî qaîdeyên Mandela, gava girtiyek 15 rojan bi temamî ji dinya derve bê qutkirin, ev êşkence ye. Lazim e Ewrûpa ji Tirkiyeyê re bibêje, ya ku tu li Ocalan dikî, êşkence ye. Lê Ewrûpa vê nake.”

Profesorê antropolojî û civaknasiyê Denis O’Hearn got, muhim e ev kirinên Tirkiyeyê li seranserê dinyayê bên teşhîrkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Nabe ku Ocalan li girava Îmraliyê ji xelkê veşêrin. Lazim e tiştên li wir diqewimin bên eşkerekirin û ronîkirin. Ne tenê li Tirkiyeyê lazim e li seranserê dinyayê mirov zanibin û bibihîzin ka çi tînin serê Ocalan. Lazim e mirov bi tiştên tînin serê Ocalan û bi hezaran girtiyên Kurd bihisin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.