SILÊMANÊ ZAXURANÎ
Daxwaza endametiya NATO´yê ya Swêd û Fînlandiyayê, bi helwêsta Tirkiyeyê ya dijber, heta îro neçû serî. Daxuyaniyên Tirkiyeyê yên elaqedarî mijarê jî wiha nîşan didin ku ew ê endametiya wan zûbizû erê neke.
Li ser vê yekê di nava NATO´yê de jî mijara çareserkirina vê pirsgirêkê hat minaqeşekirin. Gava pêşî bi tawîzan razîkirina dewleta Tirk bû. Lê tawîzên hikûmeta berê û ya niha yên Swêdê têra dewleta Tirk nekirin. Ew dixwaze ev dewletên demokrasiyên lîberal, dev ji demokrasiya xwe ya lîberal jî berdin û bibin weke dewleta Tirk bixwe. Vê helwêstê herî dawî kir ku destpêka Çile rayedarên hikûmetên Swêd û Fînlandiyayê bidin zanîn ku ew nikarin şertên dewleta Tirk bi cih bînin.
Diyar e ku di serdana xwe ya li Washingtonê ya 17-18´ê Çile de wezîrê karê derve yê Tirk israr kiribû ku meseleyên endametiya Swêd û Fînlandiyayê ji meseleyên din ên peywendiya dewleta Tirk bi DYE´yê re cihê bên dîtin.
Lê aqlekî sivik ê ku van meseleyan ji hev cihê bike, diyar e li DYE´yê nîne. Li nava NATO´yê sekreterê giştî Jens Stoltenberg ew kesê herî zêde xema dewleta Tirk dixwe be jî, zêde kesekî pişta helwêsta dewleta Tirk bigire xuya nake.
Analîzeke ji çapemeniya Mainstream a Emerîkî, analîza James Stravridis ê ji Bloombergê heta di Washington Postê de jî hat weşandin. Em ji analîza wî têdigihijin ku minaqeşeyên çareserkirina pirsgirêkê di asta bilind a NATO´yê de jî tên kirin û di nava îhtîmalan de bypasskirina Enqerê û heta defhkirina wê jî hene.
James Stravridis ne kesekî welê ji rêzê ye jî, ew sala 2009´an bûbû fermandarê bilind ê hêzên DYE´yê di nava NATO´yê de. Yanî ew ji meselê xweş fêm dike. Di heman demê de ew li qenciya Tirkiyeyê difikire, yanî mirov dikare wî weke hevalê Tirkiyeyê bibîne. Ji bo astengkirina endametiya Swêd û Fînlandiyayê ew dibêje, ev “diyariyeke ji bo sûcdarê şer” Vladîmîr Pûtîn.
Yan Tirkiye yan jî Swêd û Fînlandiya
Ew têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re û “girîngiya” Tirkiyeyê ji bo NATO´yê paşguh nake, lê rastiyeke din jî îfade dike: “Hin endamên NATO´yê wê di demeke nêzîk de vê pirsê ji xwe bikin, ´Heger ev meseleyeke tercîha di navbera li aliyekî Swed û Fînlandiya û li aliyê din Tirkiyeyê de ye, belkî jî lazim e em binihêrin çi rê li ber me ne.´”
Helbet ji ber “girîngiya” leşkerî ya Tirkiyeyê ji bo NATO´yê, James Stravridis dibêje, kes naxwaze bi tercîheke wiha re rû bi rû bibe. Li gorî wî ya ji NATO´yê re baş ew e ku Tirkiye endameke çalak û erênî be û her wiha bi Swêd û Fînlandiyayê jî berfereh bibe.
Lê ya muhim ji vê analîzê ew e ku ev fermandarê berê yê NATO´yê belesebeb behsa wê yekê nake ku hin endamên NATO´yê êdî wê li çareseriyeke meseleyê bipirsin û hingê jî yek ji tercîhan dikare bibe defhkirina Tirkiyeyê ji NATO´yê. Diyar e ku ji peywendiyên xwe yên bi endamên NATO´yê re digihîje vê qenaeta ku em dikarin weke agahiyekê jî şirove bikin.