Îdîayên desthilatê nerast in

Sêşem 14 Mijdar 2023 - 00:22

Rojnamevan Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 21 roj in agahî jê nayê girtin. Derbarê mijarê de rojnamevan û mamostayên Silêmaniyê axivîn.

Rojnamevan Xoşî Seyda got:’’Ger rojnamevan ne li gorî daxwaza desthilatê agahiyan parve bikin, tên qetilkirin, girtin û binçavkirin. Eger sedema revandina rojnamevan Silêman Ehmed ji hikumetê bê pirsîn, wê bersivek ne rast bidin. Ev jî tê wê wateyê ku îdîayên ji bo rojnamevanan nîşan didin durî rastiyê ne. Hikumet, hikumetek hizbî ye, ew nebûne nûnerên rast ên gel.’’

Mamosta Xefur Emer jî got:’’Desthilat yasayê li gorî berjewendiyên xwe bikartîne, îdîayên sîxuriyê dixin stûyê xelkê. Rojnamevan jî divê bi êşa gel re be, ev jî ne di berjewendiya desthilatê de ye, ji bo vê jî rojnamevan tên girtin. Desthilata Herêma Kurdistanê hertim di bin destê welatên derve debû, ne wêrek e û ji bo berjewendiyên gel kar nakin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.