Hunermend li nobetê ne
Duşem 14 Îlon 2020 - 15:32
- 15ʼê Îlonê wê bi daxuyaniyeke girseyî starta pêngava KCKê ya Ewrûpayê were dayîn. KCKê 12 Îlonê bi daxuyaniyekê pêngav ragihandibû.
BARIŞ BALSEÇER
STRASBURG
Nobeta azadî ji Rêber Apo re li bajarê Strasbûrg ê Franseyê li ber Konseya Ewrûpayê di hefteya 430an de didome û hunermend vê hefteyê nobedar in. Hefteya borî komeke ji Frankfûrtê nobedar bûn.
Hunermend Seyîdxan, Narîn Xan û Rêber Serhat nobedarên vê hefteyê ne. Li ser navê komê hozan Seyîdxan got: “Em di pêvajoyeke girîng de ne. Rêber Apo 21 sal in li Îmraliyê êsîr e, û ev zilm û êşkenceyeke mezin e. Kurdistanî 9 sal in ku li ber Konseya Ewrûpayê nobetê digirin. Ev şerma dewletên Rojava ye. Azadiya Rêber Apo azadiya gelên bindest e. Ev ji bo meseleyeke hem exlaqî, wijdanî û siyasî ye.”
Hunermendê Kurd weke hunermendên TEV-ÇANDê wê hefteyekê nobetê bigirin. 15ʼê Îlonê wê bi daxuyaniyeke girseyî starta pêngava KCKê ya Ewrûpayê were dayîn. KCKê 12 Îlonê bi daxuyaniyekê pêngav ragihandibû.