Wekî gelek qad û dîsîplînên hunerî, di pênasekirina wêjeyê de jî lihevhatinek tine ye. Ji lewra, her dîtin, bîrdozî, paradîgma û felsefe li gor bîr û baweriya xwe pênaseyekê datîne. Yek ji van jî “Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê” ye.
Ji bo wêjeya li ser esasên vê paradîgmayê jî lêgerînek heye. Lêgerîneke ji bo binavkirin û pênasekirina wê yan jî lêgerîna ji bo danîna teoriya wê. Wêjeya li ser esasên vê paradîgmaya navbirî, heta niha bi gelek navan hatiye bilêvkirin; “Wêjeya Kurdî”, “Hunera Xweristî ya Sêyan”, “Wêjeya Apoyî”, “Wêjeya Şoreşger” hwd.
Nîqaşên derbarê vê lêgerîn û binavkirinê de jî heta niha bi pirranî bi devkî hatine kirin, lê dîsa jî çarçoveyeke wê ya teoriyî ya baş nehatiye danîn. Ji ber ku hîmê çarçoveya wê ya teoriyî baş nehatiye danîn û di vegotinên giştî de tê asêkirin, rengê wê yê xweser jî baş eyan nabe. Çendî ku bi pirranî bi devkî hatibe nîqaşkirin jî, lê niha em dibînin ku hêdî hêdî bi nivîskî jî tê nîqaşkirin. Û wer xuya ye ku ev yek wê berbelavtir bibe.
Lê belê çi bi devkî çi jî bi nivîskî, ji nîqaşên tên kirin jî eşkere dixuyê ku lêgerînek ji bo hevbirî û konsensûsa wêjeya li ser asasên paradîgmaya navbirî tê kirin. Li gor dîtina min gava ev konsensûs çêbibe wê kevirên wê jî hêdî hêdî bi keys bibin û wê di qada wêjeyî û hunerî de bibe cihê nîqaş û xebatên nû.
Ez ê ji van nîqaşên nivîskî balê bikişînim ser du gotar û lêkolanan: “Hunera Xweristî ya Sêyan” a Abdurrahman Çadırcı û “Dahûrandina Sosyo-Polîtîk a Wêjeya Kurdî” a Ekrem Baydogan û Ramazan Çeper. Gere diyar bikim ku her du gotar û lêkolan jî, çendî ku pirr eşkere nekiribin jî, lê belê xwe dispêrin pênaseya “wêje, jiyana civakî ye.” Di vê çarçoveyê de destnîşan dikin ku madem wêje ji bo beşer e û beşer civakîbûyîna xwe li ser vî esasî afirandiye, nexwe divê liv û tevgerên ferd jî di çarçoveyeke edebê de bikeve ber lêpirsînê û gava ev bê kirin, divê derî rasteqîniya civakî û bîrdoziyî neyê hiştin û di kêşeya belaxetê de neyê asêkirin.
Ji ber ku wê quncika min têr neke, ez ê nîqaşên derbarê wêjeya “Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê” de li çend hefteyan payê bikim û ez ê pêşî bi ya Abdurrahman Çadırcı dest pê bikim. Ez ê di dawiya vê rêzequnciknivîsê de jî her du gotar û lêkolanan bidim ber hev du. Ji lewra Baydogan û Çeper, tespîtên Çadirci red nakin, lê belê derpêş dikin ku Çadirci tebîreke berteng li wêje û hunera “paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê” xistiye û li gorî xwe sedemên vê bertengbûnê berbiçav dikin.
Çadirci, di gotara xwe de wêjeya “Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê” wekî “hunera xweristî ya sêyan” bi nav dike. Pêşî paşperdeya dîrokî, li Kurdistanê qewîkirina zemîna “hunera xweristî ya sêyan”, referansên wê, dîtin û fikira ku xwe dispêrê, nêzîkatiya wê ya ji bo mirovan û jiyanê, nêzîkatiya wê ya ji bo ziman, taybetmendî û awayê wê, feraseta wê ya estetîkî, lêhûrbûna wê ya li ser lehengan û mijarên wê… rave dike.
Çadirci, di gotara xwe de wêje û hunera “Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê” di çarçoveyeke paradîgmayî de şîrove dike û wê dispêra çar heqên sereke yên jiyanî:
1-Ti tişt ji jiyanê ne bi qîmetir e.
2-Ti jiyan ji ya din ne bi qîmetir e.
3-Jiyanek bi tevayî heqê her kesî ye.
4-Heqê her kesî ye ku wateyekê an jî bêwateyiyekê li jiyana xwe bar bike.
Çadirci, bi vî awayî îşaret bi terazûya jiyan, mirov, civak û ferd dike û xislet û taybetmendiya wê ya pirrpêkhateyî destnîşan dike. Di hemû şert û şirûtan de heqê jiyanê diparêze û destnîşan dike ku divê heqê ferd-civakê bê parastin…
(Dewam dike)
*Ji ber ku di warê pênasekirina wêjeya navbirî de konsensûsek tine ye, min di vê nivîsê de bi hawayekî demkî wekî wêjeya “Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê” bi nav kiriye.
*Üçüncü Doğacı Sanat, Abdurrahman Çadirci, Kovara Roza, hejmar 8
*Kürt Edebiyatının Sosyo-Politik Analizi, Ekrem Baydogan-Ramazan Çeper, Weşanên Aryen