Hûn Medreseya Sor didin kê?
Duşem 9 Gulan 2022 - 21:21
- Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr îdîaya ku dewleta Tirk a dagirker wê Medreseya Sor a Cizîrî bide komeleyeke AKP’ê, ji Meclisa Tirk pirsî.
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr îdîaya ku dewleta Tirk a dagirker wê Medreseya Sor a Cizîrî bide komeleyeke AKP’ê, ji Meclisa Tirk pirsî.
Nûran Îmîr îdîa bi bîr xist û got, li gorî îdîayê, Medreseya Sor wê dewrî komeleya di bin kontrola Hatîce Atan a AKP’î de bê kirin. Wê xwest Wezîrê Çand û Turîzmê yê Tirk Mehmet Nûrî Ersoy bersivê bide pirsên wê. Nûran Îmîr got, “Medrese, teqrîben sedsala 14’an hatiye çêkirin û di Kurdî de weke Medreseya Sor û bi erebî jî weke Medresetûl Hamra tê zanîn. Tûrbeya Nûh, ya fîzîkvan û hunermendê navdar ê Serdema Navîn El Cezerî û gelek berhemên din li vê deverê ne. Di hinek çavkaniyan de tê gotin ku ji hêla Begtiya Ezîzan ve hatiye çêkirin. Medreseya Sor, kuliyeyek e ku gelek mescîd û tirbe bi hev ve hatine girêdan.”
Çi elaqeya wan bi Medreseya Sor re heye?
Di dewamê de Nûran Îmîr got, “Nayê zanîn bê ka ev komele û weqf xizmeta çi dikin. Rêbazeke xelet e ku ev deverên dîrokî dewrî van komele û weqfan bên kirin. Qeyûmê serdema berê jî bi heman mebestê Birca Belek û Keleha Cizîrê dewrî komeleyên girêdayî Hatîca Atan kiribûn. Ev komele, van deverên dîrokî ji bo berjewendiyên xwe yên bazirganiyê û siyasî weke ofîs bi kar tîne.”
Pirsên ji wezîrê dagirkeran
Parlamentera Şirnexê Nûran Îmîr dixwaze wezîrê dagirkeran bersivê biude van pirsên wê:
- Derheqê Medreseya Sor û deverên dîrokî yên li Cizîrê de gelo çi agahî li ber destê we hene? Gelo haya we jê heye ku ev berhemên dîrokî yên divê girêdayî wezareta we bin, ji hêla kê ve û bi kîjan armancê tên bikaranîn?
- Gelo haya we jê heye ku Keleha Cizîrê û Birca Belek ji hêla komeleyekê ve weke ofîs tê bikaranîn? Gelo haya we jê heye bê ka ev komele van deverên dîrokî bi kîjan armancê bi kar tînin?
- Tê îdîakirin ku Medreseya Sor dê dewrî Komeleya Hayratê bê kirin. Geloli ser vê hûn ê daxuyaniyekê bidin?
- Nirxên dîrokî û çandî li gorî kîjan mewzûatê dewrî komeleyan tên kirin?
- Parastin û bikaranîna mîrasên çandî li gorî ruhê wan, gelo ma ne yek ji peywirên esasî ya Wezareta Çand û Tûrîzmê ye?
- Gelo haya we jê heye bê ka rêveberên van komeleyan kî ne? Navên van kesan li herêmê bi dosyayên nelirêtiyê tên zanîn. Gelo haya we ji van îdîayan heye? Heke haya we jê nebe, gelo hûn dê derheqê rêveberên van komele û weqfan de lêkolînekê bidin destpêkirin?”
Axir dewleta Tirk a dagirker, ev demek e mîrateya çandî ya Kurdan pêşkêşî hevlabend û hevkarên xwe yên li Kurdistanê dike.
ENQERE