Hîra li Bagokê şehîd bû

Yekşem 26 Kanûn 2021 - 22:18

  • Nasnameya yekê ji gerîlayên YJA Starê yên li Bagokê şehîd bûn, hat eşkerekirin. HPG’ê got, “Şehîdên Bagokê wê ji bo me bibin hinceta biserketinê.”

Nasnameya yekê ji gerîlayên YJA Starê yên li Bagokê şehîd bûn, hat eşkerekirin. HPG’ê got, “Şehîdên Bagokê wê ji bo me bibin hinceta biserketinê.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Artêşa Tirk a dagirker ji destpêka meha Kanûnê ve li eyaleta Mêrdînê dest bi operasyonên berfireh kir. Di dema van operasyonan de ku bi rojan dewam kir, kampek ji 6 hevrêyên me yên jin kete şer û 2 rojan li vê deverê şerekî giran qewimî.

Hevrêyên me yên jin bi pêşengiya fermandara herêmê, hevrê Hîra berxwedaneke destanî nîşan dan û sekna teslîmnegirtî ya jinên Kurd bi rengekî lehengî temsîl kirin. Di vî şerî de 6 hevrêyên me yên jin şehîd bûn. Eşkere bû ku du ji hevrêyên me yên şehîd bûne Hîra Ûlaş û Sîmanûr Kaya ne.

Agahiyên berfireh ên nasnaneyên hevrêyên me yên din piştî ku diyar bûn, em ê bi raya giştî û gelê mê re parve bikin.”

HPG?ê ji bo şehîd Hîra Ûlaş got, “Hevrêya me Hîra li Nisêbîna ku navenda berxwedanê ya pêşenga kevneşopiya serhildanê ye, ji dayik bû. Hîn di sala destpêkê ya tevlîbûna xwe ya nav refan de xwe bi pêş ve bir, tiştên ku hîn bû bi hevrêyên xwe re parve kir. Weke jineke Kurd a xwedî îrade li qada leşkerî xwe xurt kir û di demeke kurt de bû fermandareke xwedî tecrûbe ya YJA Starê. Di serî de Zap, Xakurkê û Botan li cografyayên cuda yên Kurdistanê gerîlatî kir û ji bo welatê me ji dagirkeran bê paqijkirin bênavber têkoşiya. Hevrêya me Hîra ku di şer û jiyanê de xwedî sekneke xurt a milîtaniyê bû, bû parêzvana xeta Rêbertiyê. Hevrêya me Hîra heta kêliya şehadetê bi kesayetiya milîtan li refên herî pêş meşiya. 

Hevrêya me Hîra bi berxwedana bênavber a 21 salan nirx li têkoşîna jiyana welatekî azad a gelê me û têkoşîna azadiya jinê zêde kir. Di serî de malbata hêja ya hevrêya me Hîra, em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê re dixwazin.”

Agahiyên li ser nasnameya şehîd Hîra jî wiha hatin parvekirin:

* Hîra Ûlaş (Denîz Orak) a li Mêrdînê ji dayik bûye, keça Çîçek û Huseyîn, 15’ê Kanûna 2021´ê li Mêrdînê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.