Hikûmet alîkariyê nade me

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 9 Sibat 2024 - 00:12

Li navçeya Dûkan a ser bi parêzgeha Silêmaniyê jî projeya hilberîna masiyên biçûk hebû, lê ev 10 salin ji kar derketiye. Xwediyên projeyên masiyan dibêjin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina masiyên biçûk (tilîmasî) tu alîkariyê nake. Xwediyê projeya çandiniya masiyan li gundê Bogdî yê bajarokê Aştî yê ser bi navçeya Koyê Omer Ezîz got;“Berê hikûmetê bi bihayên maqûl masiyên biçûk dida me. Hezar masiyên biçûk bi 250 dînaran difirot me. Lê hikûmet niha alîkariya cotkaran û xwediyê projeyên masiyan nake. Ji ber vê yekê em neçarin li navîn û başûrê Iraqê masiyên biçûk bi bihayên pir giran bikirin. Ev jî zêdetir dikeve ser me, ji ber ku mesrefa wê geleke.” Renwar Bextiyar li gundê Goptepe li perava Çemê Zêyê Biçûk e got:“Em masiyên biçûk ji derveyî Herêma Kurdistanê dikirin. Ger em karibin van tilîmasiyan li Herêma Kurdistanê bistînin, wê bihayê wê erzantir bibe. Li gel Hikûmeta Herêmê masiyên biçûk dabîn nake, sotemenî, elektrîka hikûmetê û alifê masiyan jî bi bihayekê guncav nade me.’’ Qaymeqamê bajarokê Dûkanê Sîrwan Serhed jî got:“Ji ber qeyrana darayî, dezgehê nekarî erkên xwe bicih bîne. Dema me weke qeymeqam dest bi kar kir, ji bo veqetandina pereyên pêwîst, me ji aliyên peywendîdar re nivîsî. Lê heta niha tu pere ji me re nehatiye dabînkirin. Ji bo nûkirina projeyê pêncî milyon dînar pêwîste da ku bikaribîn ji nû ve dest bi projeyê bikin.”

ROJNEWS/DÛKAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.