‘Hêza’ ji Los Anglesê jî xelat wergirt

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 4 Gulan 2022 - 22:12

  • Festîvala Filmên Jinan a Serbixwe ya Los Angelesê (LA) ku îsal cara 7’an tê lidarxistin, ji gelek deverên cîhanê berhemên jinan li hev kom kirin.

Festîvala Filmên Jinan a Serbixwe ya Los Angelesê (LA) ku îsal cara 7’an tê lidarxistin, ji gelek deverên cîhanê berhemên jinan li hev kom kirin.

Belgefilma Hêza ku Derya Denîz derhênerî jê re kir, di Festîvala Xelatên Filmên Jin ên Serbixwe ya Los Angelesê de xelata belgefilma herî baş wergirt.

"Filma vegotinê yê demdirêj ê herî baş", "Montaja herî baş û çîroka kurt a herî baş", "Derhênera/ê herî baş", “Aktrîsta/Aktorê herî baş",

"Filmçêkera/ê herî baş", "Sînematografiya herî baş" û "Dokûmantera herî baş" jî di nav de di 25 beşan de xelat li festîvalê hatin dayin.

Di festîvalê de belgefilma Hêza hêjayî xelata “Belgefilma herî baş” hate dîtin.

Belgefilma Hêza meha Nîsanê li Festîvala Filman a Navneteweyî ya Bodenê ya Swêdê xelata ‘Belgefilma herî baş', li Bhûtan a Başûrê Asyayê jî di Festîvala Filman a Navneteweyî ya Drûk de jî xelata "Serketina bilind" wergirtibû.

Rastiya qirkirin û têkoşînê vedibêje

Derhênera 37 salî ya dokûmanterê Derya Denîz, got, belgefilma Hêza ji bo hemû jinên ji DAIŞ'ê hatine rizgarkirin û yên li dijî DAIŞ'ê li ber xwe dane, hatiye amadekirin û xelatên tên dayin jî yên wan e.

Belgefilma Hêza qala çîroka jineke Êzîdî dike ya ku 3'ê Tebaxa 2014'an li Şengalê, ji ber êrişa çeteyên DAIŞ'ê jiyana wê bi temamî guherî.

"Hêza" ji aliyekî ve behsa rastiya qirkirinê dike, li aliyê din jî têkoşînê vedibêje.

Çîroka Hêza di heman demê de serpêhatiya wan jinan e, yên ku hatine revandin, kolekirin, qetilkirin, întîhar kirine û ber bi azadiyê ve dimeşin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.